Ji revenda kurd li Holenda, bang boyî Kobanî

Serokê herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî,
Hêzên Kurdistanî yên çalak û bi bandor li Rojavayê Kurdistanê,
Hêzên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê,
Bi bihaneya biryara we ya sazkirina komcivîna ku dê di 13/1/2014an de li Hewlêrê di navbera ENKS û Pyd de cih bigre û bi serkêşiya serokê herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî, ew civîna ku gelê me ji zû ve di çavnêriya wê de bû, û hêviya serkeftinan jê dike.

Em navê wê dikin hevdîtina dîrokî. Hêviya me ew e ku hemû alî bi aqilane û ji bo berjewendiyên gelê kurd ên giştî li hev bikin û bi encam in baş ji komcivînê derkevin, û her wiha di evê qonaxa hestedar de hêza xwe li beramber êrîşên rêxistina Daiş a terorane yên li dijî hebûna gelê kurd tên kirin, bibin yek û bi yek helwest û gotar û hêzê gelê kurd biparêzin.
Dîroka gelê kurd diyar dike ku çi çaxa kurd bi hev û du re bin, dijmin nikare zora wan bibe. Kobanî dikare bibe baştirîn nimûne di berevaniyê de, eger we biryarên baş standin, wê alîkariya wan şervanên ku bi mêrane li ber xwe didin, bê kirin, ew berpirsyariyeke dîrokî ye. Kobanî bûye mîna keleheke piçûk, bûye Kurdistaneke piçûk, êdî ji me hemûyan tê xwestin ku em wê biparêzin û xwedî lê derkevin, û ji bo ku Kobanî ji dest neçe û kurd li şerê li dijî Daiş bi ser bikevin, em wek revenda kurd li Holenda ji civîna we, standina evan biryaran dixwazin;
01-hûn hemû di asta berpirsyariya xwe ya dîrokî de bin li beramberî karesata Kobanî, daku hûn wê ji çeteyên Daişê rizgar bikin.
02- yekkirina rêza kurdan, bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê, daku ew biryara pêşeroja xwe bide.
03-hewldana şandina Pêşmergeyên Rojava di leztirîn wext de boyî Kobanî, her wiha ji bo ku Kobanî nekeve destê Daişê de, divê çek boyî wan şervanên ku berevaniyê dikin bê şandin.
04-damezirandina hêzeke leşkerî ji hemû aliyên siyasî, civakî û gelêrî li R.K li dûrî berjewendiyên partiyan, ew hêza ku dê gelê kurd di eniyên şer de biparêze û aramiyê vegerîna nav civaka gelê kurd.
05-ji bo wext agahdar bin, eger Kobanî ket, bajarên din ên Kurdistanê dikarin bikevin.
06-sûd ji tecrubeyên berê girtin, ew firsendên dîrokî yên ku hatin winda kirin û gelê kurd gihandin evê asta lawaz û berdewamiya bindestiyê, bila ji dest neçin.
07-bila di bîr û bala we debe, ku em di qonaxeke nû re derbas dibin, ev qonax dikare derbas bibe û di şikestina qeyd û bendan de gelê me dikare sûdeyê jê wergire, û bighê mafên xwe yên rewa, yan jî wê gelê kurd têk biçe.
08-agahdar bin ku rizgarkirin û azadiya beşekî ji her çar perçeyên Kurdistanê, dê bibe alîkar û bingehek zêrîn ji bo rizgarkirin û azadiya beşên din, ji ber wê em ji we hêvî dikin ku hemû xwedî li Rojavayê Kurdistanê derkevin, çimkî R.K li ber ketene ye, û di eynî wextê de li ber rizgarkirinê ye.
Li dawî, hûn rêberên me ne, hûn hêvî û hawara me ne, bihêlin gelê kurd bi we serbilind be, bihêlin em bi biryarên we serbilind bin, yek rêziya we hêza gelê kurd e. Biryarên ku dê hûn ji bo Kobaniyê ya ku şeref û rûmeta me hemûyan e bistînin, biparêze. Kobanî ku bûye keleha berxwedanê ji bo hemû bajar û bajarokên Kurdistanê, wê bi yek rêziya xwe biparêzin, û bila pirsgirêkên navxweyî nebin asteng di yekbûn û yekrêziya we de, daku Kobanî ji dest neçe.
Serkeftin para we be,
Serkeftin boyî Kobanî,
Bijî gelê kurd
Revenda Kurdistanî li Holenda
11/10/2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…