Daxuyaniya civîna yekê ya Komîteya Kargêr a Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK)

Roja yekşemê, 16.02.2014ê, Komîteya Kargêr a Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê(HRRK), civîna xwe ya yekemîn li Beljîkayê li dar xist. 
Di destpêka civînê de, komîteyê, biryarên kongireya çarê ya HRRK’eyê di ber çav re derbas kir û pişt re dest bi guftûgokirina rojeva civînê kir.
 Rojeva civînê ji van xalên jêrîn pêk dihat:
1. Erkên komîteya kargêr, rewşa rêxistnî û rewşa endaman.
 2. Şêwazên çalakkirina HRRK’eyê.
 3. Rewşa (HRRK) a mewdanî.
 4. Rewşa ragihandina HRRK.
 Di serencama guftûgoyên berfireh de û piştî destnîşankirina erk û berpirsyariyan û şirovekirina kar û barên HRRKeyê û pêwistiya saziyê bi komîteyên çalak û hevpar, ev komîteyên jêrîn hatin damezirandin:
 1. Komîteya rêxistin û birêvebirina endametiyê: Hesen Ebdela û Welîd Şêxo.
 2. Komîteya ragihandinê: Helîm yûsiv berpisê komîteyê û berdevkê fermî yê HRRK. Husên Umer Ehmedê Huseynî û Bavê Narîn jî wek endamên komîteyê hatin bi cihkirin.
 3. Komîteya Çalakiyan: Reşîd Hiso, Ehmedê Huseynî, Roza Husên.
 4. Komîteya Mewdanî: Yûsiv Xalidî, Bavê Narîn.
 Her wisa, piştî destnîşankirina komîteyan, êdî her komîteyekê bîrûboçûnên xwe der barê pêşvebirina HRRK’eyê pêşkêş kir û di çarçoveya rewşa giştî ya HRRK’eyê de, çalakî û kiriyarên gengaz destnîşan kir. Li gorî rewşa îroyîn ya saziyê, ev biryar hatin stendin:
 1. Lidarxistina mehrecaneke çandî.
 2. Lidarxistina pêşangeheke hevbeş.
 3. Tekûzkirina malpera Hevgirtinê.
 4. Çalakkirina malpera hevgirtinê ya Facebookê.
 5. Di zûtirîn wext de, lidarxistina kongireyên Bakur û Başûrê Kurdistanê.
 6. Her wisa di civînê de, pêşniyazên mîna avakirina weşanxaneya Hevgirtinê û hewildana ji nû ve weşandina kovara Urkêşê bi du zimanan hatin gotûbêjkirin.
 Di civînê de hate çespandin ku, hemî karûbarên saziyê, dê bi giyanekî gelemper û hevbeş bi rê ve biçin. Her wisa, dê hemî hewldanên komîteyê, bi tenê ji boyî gurkirin û bi hêzkirina rola Hevgirtinê bin û berfirehkirina qada çand û wêje û hunera kurdî bin.
 Di dawiyê de, Komîteya Kargêr, banga xwe dûbare dike ku, hemî rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, li derveyî paşxane û raman û boçûnên rêxistî û siyasî, hewl bidin ku li Hevgirtinê xwedî derkevin û rola wê di dîmen û jiyana çand û culûurê de geştir bikin.
 Berdevkê Hevgirtinê û berpirsê Komîteya ragihandinê
 16. 02. 2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…

Narîn Omer

Malpera “Welatê me” ji bîst salan ve û heta niha jî dana xwe ya bê hempa di warê çand û wêjeya kurdî de didomîne.
Ew yek ji wan çend malperan e ku bê navbir û behnvedan weşan û beşdarbûna xwe, hem bi zimanê Kurdî û hem jî bi Erebî…

Reşîd Ebas

Berî sê rojan min nûçeyeke xemgîn bihîst, ew nûçe ya barkirina nivîskar û helbestvan Hişyar Muhemed bû dilovaniya Xwedê li giyanê wî be. Ez pir bi vê nûçeyê xemgîn bûm, piştî du rojan min bi rêya (masincir) bi Evdî Çaço re deng kir, sersaxî ji wî re xwest û di…