Helbest u Vidyo

Tenê Te

Mihemed Hesko

Tenê Te (1)
Ji hundir  ve bi kulemistên viyanê
derî yê dil kuta
û dîwarên dezeyên hişê min

bi awrên dildarî  yê anîn xwar
li paytext a dil, tu bû serdar
nizanim, gelo..bindestim
an azad û serbestim!
lê…hay a te jê heye…
ku tenê kilît a dil,
ji serdestî ya te revî
û xwe ji min jî, vedizî…
û çû bû dost û hevalê
dem û çaxên,
derbasbûn î  û bihurîn î?

   ******

 Tenê Te (2)
Guhên min, korkirin
zimanê min, kerkir
çavên min, lalkirin
dîn û har kirim
reşik a herdu çavan
bi xwelî ya bendewarî yê
gewr kir?

 ****

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…