Pîroznameya Kovara PIRS, ALHÎWAR û Weşana NEWROZê Di cejna rojnamevaniya Kurdî de

  Beşdarên bi rûmet…

   Wekî hûn tev dizanin ku li roja  22ê meha Nîsana 1898an, Mîrê Kurd ê gewre, Miqdad Midhetê Bedirxan li paytexta Misrê “Al Qahîre“, rojnameyek bi zimanê Kurdî û navê “Kurdistan” weşandiye, bi sedan hejmarên wê li gund û bajarên Kurdistanê belav bûne, xwendevan û rewşenbîrên Kurdan, bi şanazî ew hembêz kirine, xwe pê bextewer, şanaz û payebilind dîtine. Û ji ber ku di dîroka gelê me ya nûjen de, rojnameya Mîr, yekemîn weşana bi zimanê Kurdî hatiye çapkirin û belavkirin, roja derçûna wê jî, ji me re bûye rojeke pîroz, bûye cejna rojnamevaniya Kurdî.
   Di sergotara hejmara yekem de, xwedî û berpirsê rojnameyê armancên xwe weha diyar dike, dibêje:
“…Dinyayê de, çiqas misilman hebin, gund û bajarên hemiyan de, mekteb û medrese û cerîde henin. Dinyayê de çi dibe, çi nabe, cerîde dinivîsin. Heyfa min têt ji Kurda re, Kurd ji gelik qewma zêdetir xwey hiş û zeka ne, camêr in, di binên xwe de, rast û qewî ne, xurt in, û dîsa weke qewmên dî, ne xwenda ne, ne dewlemend in, dinyayê de  çi dibe, cîranê wan Mosqof çawa ye, wê çi bike, nizanin. Lewra, riya Xwedê de, min ev cerîdeya ha nivîsî, bi izna Xwedê te,ala, paş niho, her pazde roja de carekê, ezê cerîdekê binivîsim…”   .
   Di wê demê de, Ebdulhemîd Paşa Sultanê dewleta Osmanî bû, ew mirovekî xwedê nenas, çavsor û sitemkar bû, haya wî ji derd, kul û êşên miletê wî tune bû, peya û mirovên bed ên mîna Abu El-huda yê serxweş li dora xwe civandibûn û ew ji xwe re kiribûne şêwirmend.
    Piştî derçûn û belavbûna hejamara pêşîn ji rojnameya Kurdistanê, Ebdulhemîd paşa biryara rawestandina wê daye, û bi hemû hêza xwe şerê derçûna wê kiriye. Kurdistan a rojname, neçar maye ku ji Qahîreyê bar bike, weşan û jiyana xwe li welatên Ewropayê berdewam bike. Li wan welatan jî, ew ji kîna  Sultanê zikreş û şêwirmendên wî yên bê ol nehatiye parastin û her ketiye bin gef û fişara wan, lê xwediyê wê, bê dudilî li ber xwe daye û weşana  rojnameya xwe berdewam kiriye.
   Xwişk û birayên hêja
   Bêgomane ku, parastina gelê me yê Kurd û xwedîlêderketin li doza wî ya dadmend û daxwazên wî yên rewa, erk û ustûbarê me hemiyan e, çi siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar û civaknas, û çi aliyên din ên civakê. Baweriya me ewe ku rola rewşenbîrên me yên birêz di qonaxeke ewqas aloz û têkilhev de, roleke dîrokî  ye, giringe bi hişmendî û dûrbênî, ew beşdariyê di jiyana gelê xwe ya siyasî de bikin, nerîn, rexne û bîrbaweriyên xwe bi zelalî bînin zimên, ji ber ku pirsa Kurdî, ne tenê ya rêxistin û partiyan e, lê belê ew pirsa hemû keç û lawên gelê me ye, ji mafê me hemiyan e ku em di pilankirin û destnîşankirina pêşendeya zaroyên xwe de bi rol û biryar bin.
   Hêvî û omîda me ew e ku di vê firka ku gelê me tê re derbas dibe, em nakokiyên xwe deynin hêlekê û rêzên xwe bi ser hev de bidin, rê nedin xêrnexwazan, da ku em nehejin û li ber vê bahoz û bagerê neçin!!.. Em di wê baweriyê de ne ku çendî nerîn, boçûn û hilwestên me ji hev cihê bin jî, lê, di rastiyê de, em birayên hev in û bîrdozên  rêyekê ne!!. Ji ber vê hindê, pêwiste em hişyar bin û zanibin ku, geşkirina  nakokiyên Kurd bi Kurd re û gurkirina agirê berberiyê, di bin çi navnîşan û diruşman de be bila bibe, ew rajeya gelê me naparêze. Pêwiste bi zanistî, bi zarziman û gotareke dostane em bi hev re dan û standinê bikin û gelê xwe ji şerên xwexwetiya malwêran biparêzin!!.
   Di vî warî de, giring e em humû qat,  beş û layên civakê, dûr ji pozbilindiyê li hev guhdariyê bikin, bi hişmendî biryarên netewî wergirin û her berjewendiya gelê me armanca me ya sereke be!.
  Li dawiyê, bi navê Kovara PIRS û AL-HÎWAR û Weşana NEWROZê em gurzek gul û kulîlkên rengîn diyarî giyanê xwediyê Rojnameya Kurdistan, Mîr Miqada Bedirxan dikin, û gurzeke din jî diyarî giyanî hemû stêrkên asîmanê wêje û çanda Kurdî dikin ku bi saya serê wan nemiran, zimanê me li ber xwe daye, rehên xwe kûr di axa wlêt de berdane xwar, û ji pişaftin û windabûnê hatiye parastin.
Ji bo belavkirina çanda rêzgirtin û hezkirinê, bila her pênûsên me li kar bin!.
Cejna rojnamevaniyê li we pîroz be, û serkeftin para we be!.
20.04.2014 Z 2625 K
                                                          Kovara PIRS û ALHÎWAR

                                                              û Weşana NEWROZ

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Di vê qonaxa siyasî de ya ku herêm tê de guherînên kûr û lezgîn dijî, rastî êdî ne li ser bingeha prensîbên dadperwerî û mafên mirovahiyê tê avakirin, lê belê bi bandora hevseriyên hêzan û nakokiyên berjewendiyan ji nû ve tê avakirin; ku tê de nirxên prensîbî li pêşberî hesaban û hesabên hêz…

Weşanxaneya Ramîna, bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Jêrderyavanên Ehqafan» a romannûsa Siûdî Emel Elfaran, bi wergera Yasîn Hisên, weşand. Ev çapkirin bi piştgirîya Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî di çarçoveya projeyeke ku armanc dike nimûneyên hilbijartî yên wêjeya Siûdî bo zimanê…

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…