Bang û Daxuyanî Ji Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK)

  Di 1ê nîsana 2014ê de, li Amedê, Komîteya Amadekar ji boyî damezirandina şaxê (HRRK)eyê civîna xwe ya yekem li dar xist.

Di civîna yekem de, komîteya Amadekar, rewşa sûryayê û Rojavayê kuedistanê û rewşa giştî ya tevger û bizava rewşenbîriya kurd û pêwistiya berfirehkirin û kûrkirina bandora rewşenbîran nirxand û di serencama gengeşe û guftûgoyên piralî de, Komîteya Amedar ev xalên jêrîn çespand û biryar da ku xebateke germ ji boyî pêkanîna wan dest pê bike:
1. di yekê hizêrana 2014ê de(01.06.2014), dê bi navê konferansa Şêx Maşûqê Xeznewî, yekem konferansa damezirandina şaxê HRRKeyê li Amedê li dar bikeve.

2. Kesên ku dixwazin beşdarî konferansê bibin dikarin bi riya emaila taybet a komîteyê daxwaza beşdarbûna xwe bişînin û cih û bajar û pîşeya xwe destnîşan bikin.
Emaila komîteyê ya ji boyî beşdarbûnê jî ev e: konfiransaamede@rojava.net

3. Hemî rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê yên li Turkiyeyê û li Bakurê Kurdistanê dimînin(Nivîskar, helbestvan, şêwekar, şanoger, sînemager û rojnamevan, medyager û mûzîkjen) dikarin beşdarî konferansê bibin. Di vê çarçeweyê de, Komîteya Amadekar banga xwe ya dilsojane digihîne hemî rewşenbîran ku bi çalakî beşdarî damezirandina şaxê HRRkeyê bibin û bi tenê li bin sîwaneya wijdanekî rewşenbîrane xwedî li erkên xwe yên neteweyî û dîrokî derkevin.

4. Armanca sereke ya konferansê dê rehdaçikandin û çespandina karê hevbeş û saziyane yê rewşenbîran be û gurkirina pirsên çand û hunera kurd be. Avakirin û berfirehkirina gorepana dezgehekê ku bikaribe hemî rewşenbîran himbêz bike û bikaribe li derveyî helwest û paşxaneyên siyasî tevbigere; dê armanceke din ji armancên avakirina şaxê HRRKeyê be.

5. Ev bang û daxuyaniya me; di heman wext de, vexwendinname ye jî. Kesê ku cihê xwe di konferansê de bibîne dikare bê qeyd û merc di riya epeyama jorîn re peywendiyan bi me re bike û bîr û boçûnên xwe derbarê konferansê binivîsîne û ragihîne.

6. Ji boyî çûn û hatinê, mêvandarî û pirsên aborî yên endamên konferansê, Komîteya Amadekar berpirsiya hemî pirsgirêkan dike û xwe dide ber hemî barên endamên konferansê.

Hûn bi xêr û xweşî werin

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê(HRRK)
Komîteya Amadekar a konferansa Amedê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…