Salvegera Çaremîn ya Nemir Rezoyê Osê

Dem: 04-03-2014-an.
Cih: Hola Partî Dîmoqratî Kurdî-Elpartî- ya Rojava.
Îro sêşemê selvegera çaremîn ya torevan Rezoyê Osê ye. Û ji ber yekîtiya Nivîskarên kurd biryar daye ku bixwe di bîranînên her kesê ku di rajeya ziman û toreya kurdî de xebitiye yan bizava çanda kurdî çalak kiriye.

Destpêk: Bi navê Yekîtiya Nivîskarên kurd û malbata nemir Rezo pêşwazî bi rêxistinên siyasî, civakî, sivîl, jinan, xortan, nivîskar û rewşenbîran kir. Beşdar vexwendî xuleke bê deng li ser giyanê azadiyê, kurd û kurdistanê û nemir Rezo kirin.
Di serî de, mamoste Dilawerê Zengî gotinek hêja bi navê Yekîtiya Nivîskarên kurd-Sûriya xwend. Ev naveroka wê ye:
Rêxistin, Partî, Encûmen û ramyarên berêz..
Nivîskar û rewşenbîrên Kurd ên hêja…
Malbata gorbuhiştî
Amadebûyên rêzdar…
  Em bi navê Yekîtiya Nivîskarên Kurd- Sûriyê, di bîranîna çarsaliya koçkirina nivîskarê gorbuhiştî Rezoyê Osê de, bi dilekî kuldar û xemgîn bi xêrhatina we tevan dikin.  Bêgoman koçkirina wî, ne tenê ji bo malbat û zarokên wî, lê belê ew ji çande û wêjeya Kurdî re ziyaneke mezin bû. Mamosta Rezo, Nivîskarekî zîrek, helbestvanekî dilkoçer, zimanzanekî rewanbêj, wergêrekî hoste, û rexnegîrekî rastgo bû. Mirovekî xwedî hestekî nazik, bihinfireh û bi danûstendin bû, sozdar û dilsoz bû..  Gelek caran piştevan û alîkarê berhem û nivîsên nivîskaran bû. Wî hevrikî û dijayetî bi tu kesî re ne dikir, herdem ew hevalê hevalê xwe bû, xemxur û berketiyê çande û peyva Kurdî ya resen bû.
Bêdiro! Navê wî bi tîpên zêrîn di eniya dîroka wêje û toreya Kurdî de bi rûmet hatiye nivîsandin.
Beşdarên hêja..
Yek ji hêvî û xwesteka Xwedêjêrazî avakirina makek ji nivîskaran re bû. Em bê dudilî dibêjin; Ey hevalê Rezo, bi aramî  û xweşî serê xwe di gorê de deyne, me daxwaza te bi cih anî. Daxwaza te Yekbûna nivîskaran bû. Lê keko bibûre, herdem me ji hev re digot: barê me barekî giran e. Hin bedbîn in, hinên din çakbîn in, hinên dîtir rastbîn in, hinên dîtirîn dijîn, dimirin bê ko tiştekî bibînîn. Bibûre,.. hin xwedî dahol û zirne ne, hin jî xwediyên şabaşên erzan in. Tevî van hemî rewşên aloz, girik û li hev ketî, em ê alaya wêje, çande û zimanê dayika xwe biparêzin û pêşve bibin!. Em ê bi bîr û baweriyên rast, li ser riya kurdayetiyê û bi pênûsên xwedî rûmet, hemî astengî û dijwariyên heyî derbas bikin. Em ê ronaka zanînê di tariya nezaniyê de geş bikin.
Em ji Xwedayê gewre tika dikin ku cihê wî buhuşt be!
Serê malbat, dost, heval û hogirên wî sax be!
Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriya                 
4-3-2014
Qamişlo
Mamoste Ebdulsemed Dawid gotina hevalên nemir xwend, tê de li ser têkiliyên wan bi hev re bi dilgermî axivî.
Mamoste Mihemed Şêxo li ser kurtejiyana nemir axivî, bê çawa wî temenê xwe kiribû qurbanê pirsa kurdî û gelek berhem di kovar û rojnaman de belavkiribû.
Rêzdar û siyasetvan Hesen Salih gotinek bi navê partiya Yekîtî xwend, tê de çêl suriştên nemir yên girêdayî bi xebata wî yî konevanî ve kir.
Helbestvanên hêja: Ferhad Içmo, Mehfûz Reşîd, Narîn Metînî, Çeleng Osê, Zozan Osê, Dilbirîn, Fewaz Osê û Hesen Osê helbestin pir bi rêk û pêk xwendin.
Herweha mûzîkjenê hêja Şivan Temo bi awazên renge-reng û rewan bîranîn dewlemend kir.
Mamoste Newaf Bişar gotina kovara Pirsê xwend. Nayê jibîr kirin ku nemir yek ji endamê Pirsê bû.
Gotina mamoste Samiyê Ehmedê Namî, mamoste Ehmed bavê Alan xwend, tê de liberketina xwe da xuyanî û spasiya Yekîtiya Nivîskarên kurd kir, li ser li darxistina vê bîranînê.
Filmek belgeyî li ser jiyana nemir hate pêşkêşkirin, tê de rawestegehên giring di jiyana wî de hatin xuyakirin.
Gotina malbata nemir Dr.Mihemed Elî Ebdê xwend,tê de giringî da li darxistina van çalakiyan û sipasiya Yekîtiya Nivîskaran kir.
Xelat: Malbata nemir bi alîkariya Yekîtiya Nivîskarên kurd- Sûriya re xelatek sala ne bi navê nemir Rezoyê Osê nîşan kirin û îsal ew xelat diyarî torevanê hêja Fewazê Ebdê kirin.
Birûsk: Gelek birûsk gihiştin komîta amadekar ji wan: Dr. Sedidîn Mele, Sobartu, Yekîtiya Xwendevanên Kurd, Helbestvan Tengezarê Marînî, mamoste Zagros Haco,torevan Xalid Cemîl Muhemed,nivîskar Ciwanê Ebdal, Navenda Rojava ya lêkolînên Statîjîk, Yekîtiya Jinan,helbestvan Ibrahîm Hiso, Rêxistina Yasa.
Serê malbata nemir Rezoyê Osê û miletê Kurd sax be.
Yekîtiya Nivîskarên Kurd- Sûriya
04-03-2014

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…