Kevintirîn Gel

Mislim Şêx Hesen

Bê guman dîroka gelê kurd li Rojhilata navîn zor kevn e û Kurd jî kevintirînin gelên  wî çîgehîn e, beşdarî pir şer û cengên ku li devera wan qewimîn û yên bi ser wande hatin, lê bi mêranî û dilêrî brevanî ji xwek nîgariya xwe re kirin, çimkî ku kuletî û nizmkirin nikaribûn bipejirandana, û ev jî li ser ziman û nivîsandinên kesên ku xwestin devera kurdî dagîrker û leyadin bikirana  hate xuyakirin,  wek serdarê Leşgerê Îskender Elmeqdonî û hin kes in dîtir,
 herwiha KIŞWAR û ÎMPERTORÎ jî  li ser neqşa Kurdistanê damezrandin û bi şêweyekî  şaristanî  rêvebirî  ji wan Kişwarên  kurdî re kir in, lê mixabin  Kişwarên kurdî temenê wan kurt bû, ji ber ku hemsiyên(çîranin) kurdan rêkberiyak mezin  bi wan rêvebiryan re kirin û nikaribûn roleke erênî bi hawerdorê xwe re bi kirana, helbet  hin sedemên dîtir jî hebûn,  bi serda xwezaya Kurdistan zor xweşe bû bi hemû tiştên xwe ser ax û bin ax,ew bi xwe jî bû sedemeke serke ku gelek şer û ceng li ser zemîna Kurdistan qewimîn û Kurd bi axa û gelê wê va hat parvekirin li gor gelek peyman û rêkeftin siyasî yên navnetewî û berjewendiya hin welatan,vêça yekem car di sala 1639 an li gor peymana Qesira Şîrin dinavbera Osmalî û Sefawiyan de piştî şerekî dirêj xaka Kurdistanê hat parçekirin û bi herdu Imperetoriyan ve hate girêdan û ya duyemîn di destpêka sedsaliya bîstan de piştî li hevkirina di navbera Ferensa û Îngilîz de di rêya peymana Saykis û Bîko welatê kurdan car dî bi xak û gelê xwe ve hate girêdan bi çar welatan va (Tirkiya – Êran – Îraq – Sûriya ).
Lê mixabin hemû welatên ku xak û gelê kurd bi wan ve hatî girêdan bi her hawî hawel dan ku gelê kurd ji holê rakin an dinav netewê wî welatî de windakin,tevlî ku gelê kurd ew rewşa heyî li ser xwe pejirand û bi awakî erênî danûstandin bi pêkhatiyên Sûriyê  kir û hemû erkên xweyên  niştimanî kirin,herwiha gelê kurd di destpêka damezrandina dewleta Sûriyê de bê dudilî bervanî  jê re kir û bi hêz û cûş beşdarî şoreşa li dijî dagîkerê Ferensiyan bi seroketiya Yûsif Elezim dameznerê Leşgerê Sûriyê û Îbrahîm Hinano, Ehemd Baravî yê ku ala Sûriyê li ser avahiya Perlemana Sûriyê hilda, di virde mirov karê bêje ku gelê kurd tu kêmasî di sutûbariyên  xweyên niştimanî de nekirin û ne di warên dîtir de, vêça li hember tiştên baş û rind kurd ji hemû mafan bê parkirin, ji bilî ku pelxandina û cespandina mafên kurdan bi nejadperestî û kirêt,û nikaribûm
doza kurdî ya dadmend bipejirandina,wê lomê jê bi sedan piroje û pîlan nejadperest bikar anîn li dijî gelê kurd .
Lê wek ku gelê kurd di destpêka damezrandina Sûriyê hemî erkên xwe kirin, herwiha li vê dûawiyê jî di roja sisiyan de tevlî Şoreşa Sûriyê ya bi rûmetê bû û linik pêkhatiyên dîtir di Kolanên bajarên Sûriyê de xwepêşndan li darxistin li dijî rêjîma totalîter û xwînrêj  ji bo ku Sûriyê rêzgarkin ji bin destên Malbata Elesd ya ku bîtirî cel sale destlatiya Sûriyê re  bi awakî ne Demoqirasî  û  ne di riya helbijartinê re dike, ku sûriyê  bibe  welatekî  Ferepartitî, Demoqirasî,Perlemanî ne navendî, û têde mafê gelê kurd yê rewa û dadmend parastî be .
* Endamê komîta siyasî ya Partiya Yekitî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê (YEkÎTÎ ).

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…