Zeyneb xanim Osman Paşa Bedirxan û Pêwendiyên bi malbata Alsulih li Libnanê


Konê
Reş

 
Zeyneb xanim Bedirxan kî ye? 
  Ew keça Osman Paşa Bedirxan e û kebaniya
Ahmad Muxtar Alsulih e. Osman Paşa Bedirxan yek ji kurên mîr Bedirxan
yên mezin bû. Di sala 1878an de di gel birayê xwe Husên Kinan Paşa bi tevgerek
serxwebûnê li herêma Botan rabûne û bajarê Cizîra Botan kirine bin destê xwe
de.. Sebaretî pêwendiyên di navbera malbata Mîrê Cizîra Botan û malbata Alsulih
a navdar de li Libnanê ji zewaca Ahmad Muxtar Alsulih û Zeyneb Osman Paşa Bedirxan
dest pê dike.

  Wek ku diyar e, malbata Alsulih ji gewirtirîn
û dêrîntirîn malbatên Sinî yen di Libnan û Beyrûtê ne û ev malbat ji kevin de
xwedî rêzgirtin bû li cem sultanê Osmaniyan li Stenbolê. Vêca dema ku Ahmad
Muxtar Alsulih, xortê vê malbatê çûye Stenbolê da ku di dibistana herbiyê
bixwîne, çav bi ceneral Osman Paşa Bedirxan ketiye û ew mamosteyê wî yê wê dibistanê
bû. Bi demê re Muxtar Alsulih bûye ji dilbijokên Osman Paşa, kêfa Osman Paşa jî
jêre hatiye.. Rojekî Ahmad Muxtar Alsulih ji şêwirdarên xwe xwestiye ku keçek
Osman Paşa Bedirxan ji xwe re bixwazin..

 Di xwestinê de Osman Paşa Bedirxan erêniya xwe
diyar dike lê doza belgeyên reseniya malbata Alsulih ji wan dixwaze..

  Piştî çend heyvan, Ahmad Muxtar Alsulih
belgeyên reseniya malbata xwe jêre ji Beyrûtê anîn û pêşkêş wî kirin. Û wiha ew
û Zeyneb xanim bi hev re zewicî ne. Çend salekî li Stenbolê bi hev re mane. Di
wê navê re ceneral Osman Paşa yê ku mamosteyê dibistana leşkerî bû li Stenbolê,
zavayê xwe Ahmad Muxtar rê dike Almanyayê bo xwendina bilind di leşkeriyê de.. Vê
paşiyê  A. Muxtar Alsulih di gel kebaniya
xwe Zeyneb xanim li bajarê xwe Beyrûtê vedigere û jiyana xwe a dawî lê derbas
dike. Du keç bi navê; Nezîhe û Fikriye û kurek bi navê Safî ji wan re çêdibin.
Zeyneb xanim di roja 25ê nîsana 1947an li Beyrûtê koça dawî dike, li ser
daxwaza wê a berî mirinê, wê di eynî kumbeda ku mamê wê mîr Xalid Bedirxan di
bin de hatibû veşartin, wê vedişêrin. (Mîr Xalid Bedirxan sala 1914an, di rojên
cenga cîhanî a yekemîn de li Beyrûtê hatibû kuştin û di goristana Başûra de
hatibû veşartin).

  Zeyneb xanim Bedirxan, jinek bi hêl û mêl bû,
xwedî gotin û biryar bû, cihê rêzgirtinê û qedir bû di nav malbata Alsulih de û
gotina wê ne dibû dudo.. Ta pileyekê ku hinan ji malbata Alsulih pesnê wê di
bîranînên xwe de dane..

  Dema ku Mîr Dr. Kamîran Bedirxan li Beyrûtê
bû, keçmama wî Zeyneb û malbata Alsulih bi tevayî xweş pişt bûn jêre û her wiha
ji rêhevalê wî Dr. Nûreddîn Zaza re. Paş mirina wê, keça wê Nezîhe xanim bû
xweş hêlîn ji Dr. Kamîran û hevalên wî re, bi taybet Dr. Nûrddîn Zaza..

  Hêjaye gotinê ku bi xêra wê zewacê û
pêwendiyên Bedirxaniyan bi Malbata Alsulih re, gelek ji kurdên Beyrûtê bûn
xwedî nasnameya Libnanî, nexasim dema ku Samî Beg Alsulih serokwezîrê komara
Libnanê bû di navbera salên 1943 û 1958an de.

  
Erê wek ku me got Zeyneb xanim jinek dîplomat û jêhatî bû û malbata
Alsulih şanazî û îftîxar bi bîr û baweriyên wê dikirin..

Erê, di rêka zewaca Zeyneb
xanim Bedirxan bi Ahmed Muxtar Alsulih re pêwendiyên Bedirxaniyan û malbata
Alsulih hatin ava kirin.

Qamislo, 30.09.2014

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…