Çiyayê Şengalê ji Navê Pîr Alî Hatiye Girtin (Ji mamoste Prîskê Mihoyî re pêşkêş dikim)

Konê
Reş
 

 

Çiyayê Şengalê

Mezra geliyê Pîra

Warê bav û bapîra

Bi me xweş nayê

Dengê Mele û Kizîra..

 

Sebaretî navê Şengalê, bi min weş e ku van baweriyên
xwe ji mamoste
Prîskê
Mihoyî re pêşkêş dikim. Di baweriya min de, navê Şengalê ji du peyvan pêk tê;
Şeng bi wateye spehî an xweşik û peyva Al ku ji navê Pîr Alî hatiye.

Di heyamê berê de, qelaçê Dasika an Çiyayê
Çêlka, an herêma Hevêrka an çiyayê Bagokê ku xiristyan jêre dibêjin çiyayê Tor
Abdîn cih û warê Êzidiyan bû.. û ew Çiyaya ber bi başûr ve dirêj dibû nav deşta
Dasika an Beriya Xelef Axa ta ku digihîşt girê Qeresiyê û çiyayê Şengalê. Rojhelatî
vê herêmê jî çiyayê Qereçoxê Mosîsana an Çiyayê Qereçoxê Mîran bû anku ew jî
cih û warê Êzidiyan bû.. û tev akinciyên wê Êzidiyên eşîra Çêlka, Dasika û
Mosîsana bûn. Hingî Pîr Alî serkêşiya wan dikir.

 

Lê xuya ye piştî ku misilmantî hatiye
herêmê, gelek zor li Pîr Alî hatiye kirin, wî xwe ber bi Çiyayê Şengalê ve
berdaye û lê akincî bûye û bi demê re navê Çiya ji xweşbûnê bi navê wî ve
hatiye girêdan û bûye Şeng Alî anku çiyayê Alî.. Dûrbûna di avbera çiyayê
Bagokê û Çîiyayê Şengalê de dor 80 K. M heye û çiyayê Mosîsana di navbera wan
de ye, anku dor 40 K. M başûrê Qelaçê Dasika an Bagokê dikeve..

   Roja
îro, devera di navbera Qelaçê Dasika û çiyayê Mosîsana de devera Aliyan ne
û niha mala Meree Axa lê akincî ne. Di baweriya min de navê Aliyan ji ber navê Pîr
Alî
maye.. Di eynî herema Aliyan de, gornên Êzidiyên mala Heyder in hene,
xelkên deverê dibêjin gorên Êzidiya ne… Û her wiha niha navê gelek gundan di wê
deverê de bi gotina ALÎ destpê dikin wek: Alî Bedran, Alî Qosê
(Aleqosê), Alî Reşa (Alareşa), Alî Qemşê (Ala Qemşê).. Hem jî hêja ye em bêjin
ku di destpêka çerxê 20 an de, ji van êlên derdora Nisêbînê re wek
Temika, Bûbilana, Mêrsîna, Koçekan gotina Pînar Alî dihat gotin. Wek ku diyar e
Pînar Alî navê eşîra Xelef Axa bû, xwediyê beriya Sinceqê, ewa ku Çiyayê Bagokê
û Çiyayê Şengalê bi heve girêdide.

Wek ku min got baweriye.. Baweriya min e.

 

Konê Reş, Qamişlo, 06.09.2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…