Peravên zerîn

Nizar Yosif

Tavê ji paş kopên berfêgirtî re
Tîrêj vejandin
Sîmavê dirûvên te girtin
Dilopên meyxane ya lêvan
Xwe li rûbar ên gerdenê gihandin
Bi çemê ber ên te re herikîn,,,
Sermest kirim
Tîravê ez bi ber jêr ve şêlandim  

Çemên sirt û hêmin
Bi ser kinaran de di pêlin
Te di çarnikarên dilê xwe de civandin
Gerînekên derya kûr
Gemîvanek bêy ezmon
Firtûne û pêlbipêlan gerandin  
Babirk ên gemiyê
û dilê ajovan hejandin

Bandeva sar ez kelandim
Sirtî ya rewtekan!
Kelbûna heskirinê nelivandin
û xwendina firindeyan jê re
ne rawestandin
Hîvî newestiyan
Roniya te kejê li min rijandin
Zerîn li sêhlaka peravê weşandin

Pêjin û hestên min
Di kûrahî ya avjenî yê de
Sorav ji dil pekandin
Şopên dilopên sor
Di gula qurmizî de civiyan
Xwe li kinarê te gihandin.

07.12.14

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…