
Mizgîn Heko
Kobanî warê evîn e
Daya hêsran dibarîn e
Kobanî rûbarê xwîn e
Çavên welatî yê merde
Nakokî tev kul û derde
Şevên tarî hat bi ser de
Hestê kurdan yê dikelê
Li cîhanê deng û basse
Şervaniyê cerg û dilê
Evîna me jê re sûr e
Baran barî hûre hûr e
Birîna me çendîn kûr e
Qamişlo û kuredaxê
Siwar hatin dişon daxê
Bi xwînê pak dikin axê
Arîn bûka Kurdistanê
Xêlvanî tên ji cîhanê
Keçên raza vê jiyanê
Kulîlk vebûn zivistanê
Keçên me bi çek û dad in
Can bexşîn in can xelat in
Nevyê Newroz agirdad in.

Şîrove (0)