Kurê min Celadet (Mîro)!

Konê Reş
 
Çiya ji dûr ve bilind xuya dikin, bi nêzîkbûnê re nizim dibin, bi hilkişandina ser pişta wan re, ew bilindbûn namîne.. Lê her navê wî çiya dimîne û her kes nikare xwe bi ser pişta wî ve bigihîne..
Kurê min! Tê gelek zehmetiyan bibînî ta ku xwe bi armanca xwe ve bigihînî.. Lê hin deyax û berxwedan pêwîste kurê min.. Kesî bi xweziya ranehiştiye baqê keziya..
Raste kurê min, jiyan bi kurdî gelekî xweş e, lê gelekî jî dijwar e..
Belê kurê min sebaretî min, bi min xweş e, tevî nexweşbûnê, kurd bijîm, kurd xwe bidim naskirin û parastin û eger rojekê bimrim kurd bimrim û li Qamişlo bême veşartin..
Ji ber vê yekê kurê min, destê min ji Qamişlo nabe û qet nikarim li kêleka te, di penaberiyê de bijîm, qet ez nikarim dûrî Qamişlo bijîm.

Konê Reş

Qamişlo, 12.11.2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...