Konfiransê şaxê tirbespiyê yê yekîtiya nivîskarên kurd-Sûriya

Lazgîn dêrûnî

Bi hazirbûna serokê yekîtiya nivîskarên kurd _Sûriya mamoste Dîlawerê zengî û berpirsiyarê ragihandinê mamoste Mihemmed şêxo di roja 14/1/2014 de konfiransê nivîskar û rewşenbîrên herêma tirbespiyê hat li darxistin û têde şaxê herêm û bajarê tirbespiyê hat damezrandin piştî dan û sitandineke berfereh û azad ku têde her kesekî biryar û bîr û bawerî û têbînên û pêşniyarên xwe dan xuyanîkirin û têde gelek xal hatin zelal kirin û bi teybetî xala ku ev yekîtî serbixwe ye û ne dibin bandora tu partiyan deye û wê pênûsa nivîskar bimînê azad û serbixwe û wê bimîne di xizmeta çand û hunera kurdî de .
Di dawî de kumîta rêveberiya şaxê tirbespiyê hat hilbijartin bi rengekî dîmuqratî û azad û yên ku di hilbijartinan de biser ketin evin:
1-Lazgîn dêrûnî:serok
2-Nûşîn bêcirmanî:cîgirê serok
3-Bavê rodî (Azad remedan):berpirsiyarê ragihandinê
4-Behcet hemo:berpirsiyarê diravî
5-Qasim hesen:razgir

Em lêbûrînê dixwazin ji her nivîskarekî kû xeber  negihabiyê de ji ber ku cih û warê wî ne xwiyabû yanjî wî xwe nedaye xwuyanîkirin  û ew cihî rêzê ye û dergihê vî şaxî vekiriye ku her nivîskarek ji herêma tirbespiyê cihê xwe têde bigrê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…