Namek ji Xwedan re


Kerîma Reşko
Hestê zarokên surî
Xwedayo
    ..sê sal çûn, îro jî salek nû dest  pêdike 
, îro sersale ,lê cejin tuneye .
Sûrî  birîndare   bê çare ,xwarin tune
 , elektrîk tune , tiştek tuneye .
Bavê min  girtiye ,
dayka min kuştiye ,
birakê min hundabûye ,
 girtiye yan kuştiye ..nizanim
Lîstika min parçe parçe bûye ,
, ez tîme , birçîme , tazîme ,
,li kolanan u li çolan bê xwedî me .
Xwedayo …namek ji tere rê dikim …
Bi xwîna şehîdan   ,   bi qîrqîra dayikan 
 ayeta xwe pêk bîne
 ( eger xwedan tişkî bixwaze dibêje ..bibe  ew dibe …) 
Bikuje  kujerê zarokan  ..dijminê mirovan …
Yan jî…
  hew bêje ez xwedayê kewnê me .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…