Dive Kurd Sûdeyê ji sala 2013an Bigirin

Mihemed Ebdê

Tê zanîn her sal hemî netew panorama xwe divegerênin û şanaziyê bi pêşvaçûnên xwe dikin wek ku em li ser ekranên TV-ên wan dibînin ,lê em wek netewa kurd dibêjin mala Xwedê ava ku sala 2013an bi dawî hat ji ber ku salek bê wate derbasbû sebaretî gelê kurd li Rojavayê kurdistan ê ji hemî  şêweyan ve dema ku em li panorama xwe  vegerin  û temaşebikin û binerxînin ,  çi ji layên siyasî , abûrî ,ewlekarî  , civakî û ta têkiliyên nav dewletî yek ji van xalan tine bûn,
 ji ber ku sala 2013an kurd destek li pêş û destek li paş  derbasî  sala 2014an bûn bê piroje û bê hêvî, Nemaze piştî civînin herdû encûmenên kurdî ENKSê û EGRKê ku li Hewlêrê hatin li darxistin û tenê encamên wan civatan kongirekî capemeniyê hat ragihandin, ew kongirê ku bû sedema  bê hêvîbûn û dilsariyê ji rêxistinin siyasî li ba gelê kurd ne tenê li Rojava lê belê seranserî  Kurdistan ê bi giştî, û diyarbû asta dilêşiya wan,  li ser gelê kurd , û mana pirsgirêkin giring  û sereke bê  çareserkirin û man li pişt guhan û berê xwe dan malên xwe……! Tenê pirsgirêkên ku divabû neyên gengeşekirin û axavtin bûn xalên li hevhatinê û sereke û pê pesnên xwe dan.
Sala 2013an hemî  netew dikarin şanaziyê pê bikin û di dîrokên xwe de yên serkeftî de tomarbikin, ji ber ku piroje û berjewendiyên xwe yên kesatî û netewî û desthilatdarî…..  Pêk anîn , lê mixabin rêxistinên kurdî dikarîbûn xizmeta berjewendiyên netew û dewletan bikin bi nakokiyên di navbera xwe de,  ji bilî ku nikarîbûnti qizinca ji kêşeya gelê kurd re bi destbixin , û netewên dî sûd ji nakokiyên wan baş bigirin û sala 2013an salek mîna salên nexweş ku bi ser gelê kurd de hatin bê ku em ti xweşiyê  di wan salan de bibîn û gihaye ku gelê kurd bêje ( her sal xwezî bi par) .

Û di heman dem ê de dema ku em werin li ser têkilî û pêwendiyên rêxistinên siyasî yên kurdan rawestin û biramin em ê wisa binerxînin :
1-Piraniya çivînên encûmenên kurî bi hev re hatin li darxistin ji bo çareseriya pirsgirêk û nakokiyan  di navbera xwe de çare serbikin lê encamên wan bê sûd bûn , û mixabin nakokî dijwartir daketin holê . di virde ez karim bêjim ku partiyên me yên kurdî bûne mîna (Tîma Hemzo tîma aşîtiyan, dema ku bi gokê bi tîma Berazîl re dilîstin û Hemzo gol li ser golê xwe hema tanîn  ……… )  

2- Çend civînên rêxistinên siyasî yên kurdan bi netewên xwedan hêz û di cihê biryarê de hatin li darxistin û pêwendiyên wan gihane çi qonaxê û encamên wan çibûn ?
3- Bi çi helwestî wê kurd pirsgirêkin xwe deynin li ser masa dewletan û kongirê Cinêv2 ji ber ku ta roja îro ne diyar e ku pirsgirêka gelê kurd were gengeşekirin  û ji bilî kongir çi hewildan hatine kirin , ji bilî karên hin partiyan yê tekane .
4-  Çi  Piroje û pilanên kar yên partiyan di paşerojê de hene ?
Ev çend xal nimûne bûn ku ti berhemên ber çav tine bûn di sala 2013an de , û em ê baş zanibin ku qenciya sala 2013 an bi kurdan kir ku sal bi dawî bû ji ber ku ti pêşveçûn li ser asta kêşeya gelê kur pêş ve ne çûn ji bo vê yekê em dikarin sala 2013an salek bê sûde û wate binav bikin.
Dive ku em baş sûdeyê ji sala 2013an bigirin ji bo şaşî û nakokî dubare nebin û pirsgirêkin gelê kurd têk neçin , û sala 2014an bibe sala çareseriya kêşeya gelê kurd û  gelê kurd bigihin armancên xwe .     
 Qamişlo 5-1-2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...