Gelo Hûn Mîr Dr. Cemşîd Celadet Bedirxan Nas dikin?! (1939 – 1999)

Konê Reş

   Wek wefadarî û rêzgirtin ji giyanê Dr. Cemşîd Bedirxan re, yê ku îsal, 15 sal di ser koçkirina wî re derbas dibe, werin em wî ji nêzîk ve nas bikin. Mîr Dr. Cemşîd Bedirxan kurê Mîr Celadet Alî Bedirxan û Rewşen Bedirxan e. Ew di roja 09.11.1939 an de li Şamê ji dayik bûye. Û Her wiha lê mezin bûye. Lê jî xwendina xwe ya seretayî qedandiye. li Libnanê jî xwendina navendî xwendiye û dawî li Şamê di xwendingeha Emerîkî û Orlhodoxiê de xwendina xwe a lîse bi dawî aniye. Di sala 1958 an de li ser wasiyeta bavê xwe Mîr Celadet Alî Bedirxan ji bo xwendina bijîşkîyê çûye Elmanya Rojava.
   Li Elmanya, di sala 1959 an de, dest bi xwendina bijîşkiyê kiriye û di sala 1968 an de bi pileyeke baş doktoraya xwe di bijîşkiyê wergrtiye. Her wiha di gelek nexweşxaneyên Elmanya de û nêzîkî du salan jî di nexweşxaneyên Parîsê de karê bijîşkiyê kiriye. Ji bo xizmetkirina gelê Kurdistanê û vekirina nexweşxaneyeke taybetî, di temmuza sala 1970 an de piştî beyana 11 adarê seredana başûrê Kurdistanê kiriye, da ku li bajarê Hewlêrê nexweşxaneyeke taybet veke. Lê mixabin ji ber astengiyên sîstema hikûmeta wê demê projeyê wî pêre neçûye serî û careke din zîviriye Elmanya. Dema ku şoreşa Barzaniyê nemir destpêkiriye, wî jî rola xwe liztiye û bi dermanan û pêdiviyên tendirustiyê alîkariyên ber bi çav ji tevgera Kurdistanê kiriye..
   Her wiha Dr. Cemşîd Bedirxan kar di damezrandina Komeleya Xwendekarên Kurd a (Li Şamê) kiriye û wiha jî di komeleya Xwendekarên Kurd a li Elmanya.. Hem jî di rêxistina Partiya Demokrata Kurdistanê ya şaxê Ewrupa de kar kiriye.. Vê paşiyê ji ber rewşeke taybetî dev ji kar û çalakiyên siyasî berdaye û êdî giringî daye karê xwe yê tenduristiyê.
      Di salên 1985 û 86 an de Dr. Cemşîd Bedirxan bi nasnameyeke din û bi navekî din yê veşartî, seredana cîh û warê, bav û kalên xwe bajarê Cizira Botanê dike. Nêzîkî du mehan li bajarê Şirnex, herêma Botan û gelek bajarên bakûrê Kurdistanê digere. Her wiha ji bo derfeteke xebatê lêkolîn û hevdîtinan pêk tîne. Lê mixabin li wir jî ji ber bindestiya welat û astengiyên dewleta Tirk nikare li wir zêdetir bimîne û dîsa bi neçarî vedigere Elmanya.
   Dr. Cemşîd Bedirxan di roja 19.09.1975 an de li gel Michtield xanim dizewice û du zarokên wî yên bi navê Kurd (Curd) û Evîn çêdibin. Curd û Evîn herdu li Elmanya dijîn. Dr. Curd xwendina xwe ya bijîşkiyê qedandiye û niha di nexweşxaneyên Elmanya kar dike. Evîn jî li Elmanya xwendina Pedagojî qedandiye û li wir kar dike. Her wiha ew li gel Jiyan Bedirxan tevlî jiyana hevjîniyê bûye. Dr. Cemşîd Bedirxan di roja 10.12.1999 an de li Brezilya yê koça dawî dike û termê wî li bajarê Koblenz yê (Elmanya) dispêrin axê. Dr. Cemşîd Bedirxan ji derveyî zimanê Kurdî, zimanên Erebî, Ingilîzî, Fransî, Elmanî, Tirkî û Portogalî bi awayeke baş dizanîn.
Yezdanê mezin wî bi dilovaniya xwe şa bike û cihê wî buhişta rengîn be.
Qamişlo 03/08/2014

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…