Hussein Abbas
Here lêlê, here lêlê
Te dayikê, te kihêlê
Piştî kur û keçan, lêlê
Ti bû wek kundê ser kêlê
Dikî gazî, kes his nakê
Te dayikê, te kihêlê
Çavêm kul in ji hêstira
Dilêm têşê ji xemhilgira
Çokşikestî tevî milan
Por sipî bû ji van kulan!
Te dayikê, te kihêlê
Ji xwe re bihiş in, lêlê
Ji te re kor û gêj in, lêlê
Tu dibê werin, me bibînin
Me ji vî halî zû derînin
Te dayikê, te kihêlê
Piştî kur û keçan, lêlê
Tu bû wek kundê ser kêlê !

Şîrove (0)