BEHÎNAME

kurte nivîsek ji D. Heznî Haco li ser Bangewaza nivîskara

Birayên hêja !
Malpera we ya bi nirx di 14ê vê mehê de bangewaziyek ji bo nivîskar û malperên kurd re weşand. Tevî ku ez tevlî naveroka vê bangewaziyê dibim, wê pîroz dikim û hêviyan bilind dike ku di nav rewşenbîrên me de etmosfêrek xweştir peyda bibe ji ya ku ew niha tê de ne. Dibêjim tevê van daxwazên xwe jî, divê ez bibêjim ku mixabin kesî ez ji vê bangewaziyê agehdar nekirim. Min dê bi dilxweşî navê xwe avêtbana bin.
Dibe ku dostekî min li min mûn kiribe û navê min tevlî yên her 45 birêzan kiribe. Evî dostî dikaribû bi kêmasî SMSek ji min re binivîsanda. Bi her hal hêvîdarim ku ev yek dubare nebe.

Birayê we
 
Heznî Haco

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…