Tuxmê min ba ye û baran navnîşana mine

 
Mûsa Hewamida
Ji erebî:Silêman Azer

Berî raman li qadê bikeve
berî bifûre bîna heriyê  
ez li bazarên gelaciyê digeriyam

ez windabûna xwe hidilgirim
ez xwe dikuj im
ez habîl û qabîl im
adem im ez û hewa me
tuxmê gunehkariyê
û şûkirina sosinê ji mala min î rind.

Belkî ez di avketina kajiyê an dar erzê de me
di tilola Nîl an di naxiya Tayimiz de
belkî ez pirtikek bim di baskên qijakê de
tozikeke bin axkirî di ariya kûmirgehên
kûmirên Çînê de
hinek meyweyên Efrîkî
an qurmê darekê li Penema
tariyek cemserê bakur dinixumîne
an jî rojek dihile raserî okyana Hadî
belkî ez ji pêşiyên Mexol im
an ji neviyê kujtarekî Romanî me
belkî ez ji binyadeke Aşûrî me
an ji malbateke Kurdî me
ji bermayînê Hindiyê Sorim
an ji keşayekî Hindosî me.
kî dikare kutebir bike
ku hêsirên çavan nayêne guhertin
û bayê payîzê nabûre
hemî rojên salê
kî bi xwe digire ku axa goristanê
di ewrê zivistana sed saliya berî zayîna Suqrat de
bi cî nebûbû
kî dikare bi cî bîne ku ew germa
ko laşê Ferûn Tehtemis kelandibû
ne ew gerim bi xwe ye bi riwê zaroka min dilîze.
Belkî ez ji gelek netewe û mêra me
Belkî dapîrin min î Rûsî hene
û metin  min î Îspanî
piştrast im ko ava afirandinê
di deşt û dilçûnan re digere
di navbera hevirmîş û helkehelkê de
piştrast im ko zimanê min
ne laşê min e
û dengê firendeyan ne biyane ji
lebita ba û baranê.
Ez firendeyek bûm di dema farisan de
Xaçek bûm di dema Qestentîn de
Şûrek bûm di destê Xalid de
Peyalek bûm di destê Xeyam de
Ki yê min şanî min bide?
Ez nikarim çêra bikim stêra behram
min dil nîne ez riya gelawîjê bi rexinîn im
û gelekî ne miqateme ko rawestînim barabûna
hesinkêşê
ji ser hestiyê bapîrên mirî,
bi min re ye çirûskek ji çekê yezdan Maris
pirîskek ji agirê Biromîsos
û bi min re ne ayetin ji Quranê
Mezamîrin ji Dawud
Lavijin ji bolis
Parçeyin ji Bûza
gotinin ji koleyê B,eha
ez nenasê hilatbûna rojgariyê me
û ne rojavabûnên afirendeyan
ez bi ser sosretê ve bûme
û ez di neynikên xwe re eşkere dibim!
Ez nas dikim yê min nas nake
birayê min î ko nagihê min û wî navê
min nebihistiye
xwişka minî ji Qefqasiya
meta minî ji Yûnanstan
belkî dengê min durifkiribûn Tirkan
an deryayê dirindîtiya min perwerdekiribû
belkî cotyarekî Firensî ji min bû
an jî siyasiyekî rîpokî Îtalî
belkî ez ji axa losanglos hatim
an ji heriya Etîna
kî dîroka laşê min berî du hezar sal dizane
kî hêka sîmirê di destê de ye
ki yê min nîşanî min bike?
Dagirtiye dilê min bi pêdiviyên cîhanê
min dibine yekem mala agir pêkên min
belkî tu ji min be û ez ji axa behram im
ez têkiliya xwe bi Ziyos re nadime mendele
û biryayr nadim ko xwîna wî di rehên min de ye
ne gumandar im ji rastiya çem
û deryayê di nemliya xwe de venaşêrim
tuxmê min ba ye û barane navnîşana min.

silemanazer@hotmail.com   

jêder:avestakurd

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…