Payîz

Azer Osî

Va li vir,
bayê bi xem, bayê reş,
tevî nermahî, û hênikiya bayê te dibe,
tevî bedengiya xewn, û xewa kurdewariya te dibe,
rê digre,
nahêle,
ku tû
li bin Ezman, hembêzkirina hezkiriyên xwe bike,
û bi libên baranê re

zeviyên tev tî av bide.
Dizanim bayê te, li her payîzan,
ji pelên daran,
xatir xwestinê naxwaze,
lê silavên xwe,
ji hezkiriyên xwe re,
ji dêmên bedew re,
ji lêvên lêv ger re, bi periyên vî bayî re
û bi pelikên sor û zer re, 
rê dike.
Tû raz bû,
û bi xwe xweza ji razên te, ji xewa Mem
hişyar dibû
û li têlên Tembûra razên bêrîkirina te,
digerya.
û ew ( bayê reş ) wekî xwe, keyse baz ,
ji danê zivêr dibû,
ritmê evînê dibirî,
û  ji ber çavan
Keskesor, winda dikir.
Payîz navê xwe bi kurdî tomar dikir,
,ji çira kurd, hez dikir, 
ji çiyê semax digirt
ji Qendîlan hêz digirt,
pirê beriyan ew dima
mêvan perweriya qurmê dara me dikir
û Cegerxwînê me,   mîna xwe,
tava heyva xwe dihişt
û ew di dawa xwe de,
dergûşa demên din dihişt.

10. 10 2009

Elmanya

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…