Di navbera nivîsandin û wergerê de

  Ciwan Nebî

Dibe ku ev nerîna min cihê gengeşiyekê be, lê di baweriya min de çi nivîsandin hebe ew di dawî de wergerek e. Wilo dibêjim û xweziya xwe radixim ku ev dinya hîna piçûktir bibe ta em bibin cîranên hev, zarokên me bi hev re bilîzin û şevan dema xwê, yan nan di malên me de nemîne em li deriyê hev bixin_ma ne em cîran in. Ez dixwazim û weke ku helbestvan Ehmed Arif dibêje ku mirîşkên me tevî hev bibin. Ev gotina bedew ku ji wê helbesta dirêj hunermendê xweşik Ciwan Haco ew bitenê ne strandî, lewra ez ê gazinekê ji wî bikim û vegerim xweziya xwe ku werger wê pêk tîne ji min re.
 Werger bi wateya xwe ya navdar û ne weke ku li vir mebesta min e. Ez xwediyê vê  baweriyê me: Çi nivîsandin hebe di dawiyê de ew wergerek e, bi wê nivîskar hewl dide tiştan, xwe,rewşa xwe, hundurê xwe, jiyanê, xweşikbûnê …td wergerîne xweziyên xwe ango çawa dixwaze ew hebin. Wan wergerîne xweziyên wan ango çawa gereke ew hebin, bi çi reng û awayî bin. Nivîskar hewl dide wan wergerîne zaroktiya wan , bêgunehî û jixweberiya wan, hewl dide wan wergerîne xewn û payiza wan û wan tazî bike û rastiya wan diyar bike. Hewl dide bo wan wergerîne wateya wan qena di dawiyê de van xwezî, xewn, payiz û wateyan wergerîne ziman , em jî bigihêjin encamekê ku nivîsandin di komek wergeran re derbas dibe, di komek îxanet û xinizan de heger em guh bidin nerîna ku dibêje çi werger hebe îxantek e, xiniziyek e, çi wergêr hebe xayîn e, xiniz e. Wilo û ev encam bihêztir dibe dema ku em nas bikin ku nivîskarek tune karî be bedewiya gulekê _weke mînakekê_ binivîse di yekemîn ji dayikbûna nivîsandinê de, wilo jî tu xwendevan tune karî be di nivîsê tevî de bigihêje, wê nas bike û dorpêç bike, veşartiyên wê derîne di ji dayikbûna nivîsandinê ya dawî de_ango xwendin. Xwendevan jî bi rola xwe hewl dide nivîsê wergerîne li gorî zanîn, têgihişt û rewşa xwe. Wilo têkeliya nivîsandinê bi wergerê re diyar dibe, lê nivîsandin bi vî wayî, bi vê naskirinê xweşiktirîn naskirin e di baweriya min de, nemaze ku werger radihêje wateya têkeliyê. Têkeliya di navbera nivîskar û rewş, raman, xwezî û dîtinê wî de. Têkelî di navber wan rewş, raman ..td û xwendevana de. Ev rewş bi xwe jî bi wateyekê yan bi wateyeke din wegereke ji armanca nivîsandinê re. li vir ez ê hewl bidim vê nivîsa xwe hêviyek wergerînim ku dixwazim bibêjim wateya tiştan heye, veşartî ye û dema ev tişt werin nivîsandin gereke werin wergerandin wateya xwe. Wateya ku di mija jiyana me de windabûye, di nav şêlûbêla roj û mijûlbûna me de. Ez ê hewl bidim deriyê xwe yê vekirî wergerînim qena nas bikim ez çi qasî li hêviya te me, ez ê deriyê xwe bigirim û girtinê wergerînim dilsariya xwe ji nehatina te, ji sozên te yên ku ji wan dilsar im û dilsariya min bêhûdeya te diwergerîne.
ciwannebi@hotmail.com

ji Azadiya Welat

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…