Ji kelepûrê kurdî.. Fatmayê, û qiralka reş

Xalis Misewer

Fatmayê, ewa ku )Elzehra( jêre tê gotin. Ku keça (Mûhemed) pêxemberê ola islamêye , û jina (Elî kurê Ebî Talibe) .
Efsana Kurdî dibêjê: Fatmayê rojekê ji rojan radihêje werîsê xwe, û derdikeve çolê, ku ji xwe re li nav pirêzan pûş û pelaxê bide hev. Dunya jî havîne germeke bi himhim li dunyê belav bûye, genim û ceh nû hatine çinîn, pirêze mane li dar, hê pûş û pelax li erdê rêzin. Xelk jî diçin ji xwe re pûş didin hev û êmê kullekên xwe yê salê hiltînin.  Bi westandin, û bi zor û heft belan Fatmayê jî, dikarîbû li ber vê germa havîna bi şewat, ji xwere piştîyekî pûş mezin bide hev.
Çaxa piştîyê xwe jidand hewl da xwe, ku rahêje piştî, dît ku zor westîyaye, û nikare bi hesanî rahêje piştıyê xwe nemze di germekê weke vîya ha bê hawe û bê îzbat de.
Fatmayê li ser piştîyê xwe rûnişt û çavdêrya rêwîyan kir, ji xwedayê xwe dixwest, ku rêwîyeke bi lez di van navan ve derêkeve, wê qewîtîyê lê bike, ku herê cem bavê wê – pêxemberê dînê islamê – jê  pirs bike û bêjê : ya, pêxemberê xwedê, Fatmayê silavan li te dike û dibêje: Bila Fatmayê li piştî siwarê yan piştî li Fatmayê siwarê?. Bi vî hawî Fatmayê bê qiram û bê qudûm mabû, ta ji nişkave dît ku waye dengê qiralkekê ji jorve tê, wiha di ser xwere nêrî  dît ku vaye qiralkeke reş ji wêde tê – û qixe qixa- wêye . Fatîmeyê bi dengekî xurt lê qûrîya, bang lê kir û got: Wa… qiralkê..ê…ê. Here, silava li bavê min bike, jê pirs bike û bêje : Ya Pêxemberî xwedê: Bila piştî Fatmayê hilgire yan jî Fatmayê piştî hilgire?. Wilo jê pirs bike, û zû li min vegere bê ka bavê min  çi bersivê li te vedigerîne û çi ji tere dibêje . Qiralkê jêre serî tewand, xwe liva kir, û bi lez berê xwe da mekeha şerîf  û çû. Li mizkeftê li pêxemberê xwedê bavê Fatmayê rast hat, û jêre dîroka wê û piştî anî ziman û got: Ya Pêxemberê xwedê:  Qurban- keça te Fatmayê ku nuha vê germê li çolê piştîkyekî pûş ji xwere daye hev, û  Piştîyê xwe girêdaye li ber vê havîna germ û dijwar, ew gelekî westaye û zimanê wê ji tihna gazekê kişyaye, û nikare rahêje piştiyê xwe, ez bi lez şandime cem te, û gelek silav û kilamê wê li te hene gotîye: Tê here mekeha şerîf gelek silava li bavê min bike, û jêre bêje : Bila Fatmayê rahêje piştî yan piştî rahêje fatmayê ?.
Pêxember jî,  ji Fatmayê gelekî hezdikir û li ber dilê wî zehf şêrîn bû, ji qiralkê re got : Dêmekê wiloye lawo, bi lez here bêje : Blila Fatmayê li piştî siwarê, û bi aşitî û xweşî wê bigihîne mala wê. Di wira de Qiralk bûye – qaqe qaqa wê – û di lingê lingdan de  li Fatmayê vedigerê û xwe li ber datinê û jêre dibêjê : Keça delal, ez çûme min bavê te li mizgef tê dîtîye û çîroka te jêre ta bi derziyê vekiriye, û wî jî qewîtî li min kirîye gotîye here bêje : Bila piştî li Fatmayê siwarê, û vaye min ji tere got, û ez çûme bi xatirê te. Qiralkê wilo got û firek da xwe û çû, û bi vî awî qiralkê  derew û bê bextî li keça pêxemberê xwedê kirin û gunehê wê yê giran kire hustê xwe de, û li tiştekî nepirsî. Fatmayê naçar ma, rahişte piştîye xwe û bi rewşeke pîs xwe gihandîye mala xwe. Li wira piştîyê xwe danî û berê xwe da mala bavê xwe, û gava çavê wê li bavê wê ket jê pirskir û got : Ha yabo, îro ez li çolê bûm min piştîkî pûşî giran dabû hev, û min qiralk şandibû cem te, ku ji tere bêje : Bila piştî li fatmayê siwarê yan fatmayê li piştî siwarê, te jêre gotibû bila piştî li fatmayê siwar bê, û min vê germa hanê – ji wira heta bi vira – rahiştibû vî piştyê giran,  min ew li pişta xwe kir, û ji ber giran bûna wî, ez ji (halde) ketim, ruh û can bi min ve nemane, vaye ez  ji qudûm û qiramde ketime .
Bavê wê lê vegerand û got : Keça min, min ne wilo gotibû!, min gotibû . Bila Fatmayê li piştî siwarbê, xuyaye qiralkê gotina min brovajî ji tere gotîye, û bê bextî li ser zimanê min li te kirîye keça minî delal!!. Fatmayê, wê çaxê di zanîbû, ku qiralka reş ew xapandîye û li ser zimanê bavê wê derew lê kirîye, û şitexalîya wî berovajî jêre gotîye. Di wirade fatmayê yek ne kire dido, hema destê xwe ber bi ezmanê şîn ve  vekir û nifir li qiralkê kirin û got : Wa Qiralkê ! ez tu nifiran li te nakim, lê hema ezê bêjim : (Ya rebî) xwedêyo, tu bikî ku ji heft liba libek bî, û ji heft gulpa gulpek bî.Yanî nifira li qiralkê dike û dibêje – wa… qralkê – her heft lib genim tû buxwê, libek di qirika te re here xwarê, û her heft gulp av tû vexwê, gulpek bi tenê here xwarê. Û wisa jî di bêjin, ji wê çaxê de, qirika qiralkê bi qule, her  heft lib genim di xwe, libek diçe xwarê, û ji heft gulp av,  gulpek diçe xwarê, û wilo jî qiralka bê bext û tepreş kihaye mafê xwe, çimkî ku derew li keça pêxemberê îslamê kirîye, û xwe daye nasîn ku  ne xwedîyê soz û qirarê xweye, ew lawirekî bê bext û bê ewleye !.

Hevind

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…