Şevger
Ji jiyanê dil sar dibim
Sûd û mefa min jê nema
Pêrîşan u ez kal dibim
Emrêm bûrî tişt tê nema..
Hespê min nema dibezê
Dem xiraba min hêz nema
Derdê xerîbîyê zorre
Min mefa ji vî emrê nema ..
Dem xiraba min hêz nema
Derdê xerîbîyê zorre
Min mefa ji vî emrê nema ..
Hêdî hêdî bê xêr dibim
Bûhayê peyva min nema
Ez li jor bûm ber jêr dibim
çi zemana ev çi deme..
Ma pişta xwe kî girêdim
Bext û bawerî jî nema
Ev dema diz û pîsaya
Cihê yê baş têde nema..
Hêdî hêdî her tişt diçê
Kultor u Ol ziman nema
Tê bê kuro, tê bê keçê
îro kesek dor min nema..
Ritmek bilez nefşek ecîb
Urf û adat heya nema
Bê feyde ye çiqas bêjim
Dem na zîvirêt wek dema.
2008