Hadî Behlewî
Te bi dengê zîz Mihemmed ban dikir çerxa felek
Ta gelê kurd ew bi qorê xwe li te çê bihesin
“Ey felek bo te dinalim bo çi nêrgiz çilmisîn
Gel wefadarê te yeew ten bi ter dost bin besin
Me digel saza te noşî çend qedeh bade zelal
Ji şeraba işq û millet perwerî vêr hewesin
De xwez`ageh biba çawa li dû laşê te em
Va dinoşin ji peyala reş û tal mey telesin
Keçê dêm dur reş girêdan por li ber bayêketin
Kezîyê reş rengê maran kirne xurdê meqesin
Dengê te şêrîn û xweş dê her li ber gohê minî
Ji te çend sal go diborîn rist û fixan dirisin
Te li kolanê biyan çendî zeman azar buhart
Rengê şêrê dav û qeyd û bend û rikk û qefesin
Serfiraz çû tû ji jînê ser ne çimandî ebed
Ba û bangêrê neyar binyad ji te ned virisin
Xweş bizane kak Mihemmed go ji dil nabî cuda
Em çi poşman mane îro lewra beyhûde: pesin
Namirin ê wek te îro tim di dil de: şîne kat
Deng û rawanên we bo me : xweş çirûsk û qebesin
Şeh siwarê çeng û saz û ney û tembûr û tereb