Di derbarê şêrzemîna xewnên kuştî de Diyariye bo Bavê Gulê, min gelek bêriya we kiriye lo


Mesûd Xelef
doxanxezne@hotmail.com

Ji şîrhatina demên avî re û xezalên çolên berbiskên hedara bêrîkirnên dijwar re, em ê sînorên bê omîdiyê diyarî wan bikin û ji laşê xwe yê parçekirî re mikur bihên,
Ey agirê memikên welatekî qedexekirî,
Ma ez ê çawa biperêsim piştî agirê te, rejiyeke keldûmana azadiyeke, azad,
Kî dibare ji taviyên serpêhatiyên hilfirîna giyanên kevirkirî,

Wê kî, valatiya keskecanên me, li parzûnê bêrîvaneke dilşikestî bike,
Êdî, em dibine hilim, dibine xelkên dûmana cigareke hişiyar ji agir.
Wate û serwate qerebûkirina hestên qerisî nake li qontarên çiyayê Metîn, ey dilê rebin,
Ey dilê şeperze ji bilindahî û nizmiya notên muzîka bê mirin,
Xwe daweşîne ji nefretên jiyana bê maç, bê viyan, bê dost,
Bê, av, bê daristan, bê hewa, bê helbest.

Hesretin, çemên windabûnê ne di zindana avrêjiya bawîbûna hizirî de,
Dilê min dawerivîne ji dûrbûna bêrîkirina xwe, nema hedana vî zarokî di bênahiya çavên  min de dihê,
Jandarin rojên şehweta berkerarbûna vê bendemanê yar,
Sêdare didin, dûmahîk gulnesrîn,
Bergor dikin, ciwantirîn bihar,
Diqelêşin zikê naziktirîn henase û gulhinar,
Radixin, ser stiwê min, ferşê bêhiştirîn împirator û dibêjin binvîse hozan,
Êdî ji şewatê direvim, ji boyaxê xwe diveşêrim, ji vî cemawerî xwe diparêzim, û dibime kefenê şîrdana heyamên pirperîka.

Vaye şev, deryaçeke ji maçên qaçax re,
Lewma 12 mehan şev li welatê min avise
Beravêtiye, hezkirin, xeyal û evîn.
Kulîlikên ser kenarên pencerên ûmîdwar jî,
Bi dizî, awirekî di keçîniya Meryemayê de tomar dikin.

Da ku tu havênê tirsa mina kevinar ne şilqînê,
Da ku tu peyvbendên perweriya aşopên seqet newaze bibin,
Sikak û kolanên havîbûna hizirên telezgeh derbas bike.
Da ku qolaçên dîdeyên bizdonek nehingivin desthezkirina te,
Weku dînekî hizir bike, ey xerîbê xirbistana kavilên nehengan.

Gulîstanên şadiyê nema dinalin heval,
Nema bêhina axê difûre ji gustîla Memê Ala,
Dixwazim sikratên vê mayinê bi dîwarê mayina Gilgamêşan ve daleqînim,
Barê karwanê me girê de bavê Gulê,
Bakurê vî çiyayî mij û morane,
Zindane ev çîrok, rêya jînê jî, girtiye,
Naçêrin keriyên hêsran di keske erzaniya vê birînê de, bira.

Di kovara PEYV hijmar 48 de hatiye belav kirin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...