Helbest u Vidyo

Tû û jiyan


Azer Osî

Dil ji te naxeyidin,
û hêvî li diyarê evîna te, pîr nabin
zivistan çû, va bihar hat
û te, ne ji zivistanê, xatir xwest

û ji xwe…. tew tû ji biharê, tu car û car xatir naxwaze.
Di dilê te de, pir dil hene
û ji xeyalê te
Hechecîkên buhiştê
hêlînên xwe, ji dilovaniya te,
li asoyên te, ava dikin.
tû û jiyan bi hev re diçin
bi hev re, ji rokê xatir dixwazin
û bi hev re, li hev dengvedana şevê,
par vedikin.
Ew… ji zagonên te,
demsal bi demsal,
li peravên xewnên te, bi cih dibe
û ji silav dayîna te,
xewnên dahatûya xwe,
bi xewnên te re,

cêwî dihêle.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…