Em digrîn

Silêman Azer
     Ji bo:Ehmed kaya û….her em digrîn?

Em digrîn û şevên me
di pêsîra bagokê de
vêdikevin bi hejariyê.
Çiyayên têrnebûyî
ji bîna sîngên me,

bi tiliyên me şîn dikin koçeriyê.

Em digirîn
û êzinga rojê ye hêsirên me.
li çavên me mukur tên
rengên dîmenetiyê.
Li jor jî digrî xweda
bi ser bînayiyên xwe de.
Tu li evîndariya xwe siwarî
û diçimînî serê tenêtiyê.
Digrîn û tîrojê
li derdora xwe diçînin
riyin behetî ji wêrekiyê.
Li wê derê kişandibû
qelûna temenê te
bavê riswa kiribûn
kevne salên xwedîtiyê.
Li wir tu hînî girî kirî,
û li bedena te kişandin
heskirina rêwîtiyê.
Li vir jî bigiriye yara min û,
kolanan ji riwê min dimale
bi wê xweziyê.
Li ser tîbûna sbêdin
weşiyayî bi azariyê
Li bêrîkirinên xwe diterpile
min ber bi rindiya giriyê teve dibe
hilçenîna bêdengiyê.
Em digrîn û me bêriya deng û
Giriyê xwe kiriye
heta dawiyê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…