BEHÎNAME

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî: Kurdên Qirgizîstanê ne bêkes in

Berî niha hawarnameya rêvebiriya Kurdên li Kazaxistanê gihiştibû navenda PEN a Kurd. Komîteya Birêvebir ya Navenda PEN a Kurd bi rêya Nûnerê Hikumeta Herêma Kurdistanê li Norvêcê Bedreddîn Salih, li ser pirsgirêkê nameyek gihandibûn Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî.

Îro Rêvebirê PEN a Kurd Dr. Zaradeşt Haco, name anku bersiva Serok Barzanî ya li ser pirsê gihand navenda me.
Serok Barzanî dîtina xwe wisa dihêne zimên:

”Rêzdaran li Rêvebiriya Yekîtiyên Kurdên Qirqizîstanê
Silav û rêz,
Nameya we gihişte destê min, pir pê dilgiran bûm, dil û hesta me bi we re ye, ji we dixwazim bi hîkmet û nermî bi bûyeran re eleqedar bibin.
Hukûmeta Herêma Kurdistanê dê ji bo vê yekê bi hukûmeta Qirqizîsatnê re pêwendiyê bike, ji ber ku parastina kurdên Qirqizîstanê berpirsiyariya hukûmeta Qirqizîstanê ye.
Heta ku problem diqedin, girêdayî qanûnên dewleta Qirqizîstanê bin. Pêwîst e hun ji xwe biparêzin û hun e bêkes in.
Her şad û serferaz bin. 04-05-2009”

Zarathustra News – Zoroaster@comhem.se

 

 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…