Min digot!
Diyare jîn di lepê min de ava dibit
Dema xwe di ebakê şevê dinxêvim
Serbestim!
Min nedizanî
Dem û gav dibin çirke
Û ez dibim bazne
Di gel zengila şevê direqisim
Kato?
Ka kevalê şehswarekê bê dîmen
Bi dîmenê min xwiya kirî
Ez yan tuyî semîyanên baznên tuxîb kirî
Ez yan tu dengê yaxîbûnê berdewam bilind dikin
Û zengila her rojekê
Ji bîst û çwar demjmêra pêk dihînin
Kê gotiye?
Kê gotiye?
Her rojek ji bîst û çwar demjmêra pêk hatiye
Û her bîst û çwar demjmêr ji rojekê pêk hatiye
Û ez dibêjim…
Çirke û dem û gav
Tenê borîna demek sermedîne
Weko alav
Me dixapînin
Gund,kes,karo
Em wekî êk bin destin
Di aşopa xwe digevizin
Di danga rojê
Bi şeveqê dibûrînin
Dimahîka me hat
Nubet bow aye
Hêj ez a zindî
Bejna xwe di ber pêlên êvara
Ser û bin dikim
Û hêviyên xwe dikim stuvank
Di stuyê zarokekê sava
Werdbadim…
Û nifşê bin destiyê didiwmînim
Kevlujankê xwe di hesreta baxên bê gul
Hilwerînim
Û dibezînim
Û dibezînim
Veguhastin ji pîtên erebî bo pîtên latînî
Demhat Dêrikî