BEHÎNAME

Çalakiya Komîteya Hevbeş li dijî Rejîma Sûriyê

Komîteya Karê hevbeş ya Kurdên Sûrîyê li Almanya beyanek gihandin navenda me. Naveroka wê li ser zilm û hovîtiya rejîma Baas ya Sûriyê ya li dijî Gelê Kurd e. Her wisa çalakiyên komîtê li dijî wan hemêz dike.
Komîteya Karê hevbeş ya Kurdên Sûrîyê li Almanya çalakîyek e xurt û bi berdewamî li dijî siyaseta rêjîma Sûrîya ya nemirovane û şovenîst pêktîne.
Dewleta Sûrî bi destê dezgehên xwe yên parastinê di van mehên dawî de bi xurtî dajo ser Gelê Kurd û nûner û rêberên wî zîndan dike. Di vê qonaxê de jimareke mezin ji endamên serokatîyên rêxistinên kurdî li Sûrî hatine zindanîkirin û bi şêweyên nemirovane têne cezakirin.
Herweha pîlan û projeyên nijadperest û nemirovane dijî Gelê Kurd berdewam in. Ji wan dekreta hejmara 49, ko armanca wê koçkirina Gelê Kurd e ji herêmên wî û bi vî cûreyî asîmîlekirina wî ye. Rejîma Sûrîyê şerê Gelê Kurd di parîyê nanê wî de dike, kurdan ji jiyanê bêhêvî dike.
Nayê jibîrkirin, ko ji 2004 ê û virde xortên kurdan li eskerîya Sûrîyê di bin êşkencan de têne şehîdkirin. Jimara wan şehîdan heya nuha gehîştîye 19 an. 
Ji bo rûreşkirin û riswakirina rêjîma dewleta Sûrîyê û siyaseta wê ya lişûnmayî û nijadperest, ko dijî Gelê Kurd li başûrê biçûk (Sûrîyê) tê meşandin û ji bo bîranîna Şehîdên Kurd û di pêşî de şehîdê nemir Şêx Maşûqê Xeznewî, ko di van rojan de 4-salîya şehîdbûna wîye, ev çalakîyên protesto yê lidar dikevin.
Programa çalakîyan:
25.05.2009 – 28.05.2009 çalakîya rawestandinê li ber avahîya balyozxana Sûrîyê li Berlîn ê. (Qat: 9:00 – 22:00).
29.05.2009 – 01.06.2009 çalakîya rawestandinê li Pariser Platz.li Berlîn ê. (Qat: 10:00 – 20:00).
02.06.2009 xwepêşandan (Demo) ji avahîya beledîya Berlîn ê (Berliner Rathaus, Rathausstraße 15) heya avahîya balyozxana Sûrîyê.
03.06.2009   berdewamîya çalakîya rawestandinê. Cih wê paşê were binavkirin. 
 Em hêvîdarin kurd û dostên gelê me bi xurtî beşdarî van çalakîyan bibin.  
Serkeftin ji gelê kurd re
Azadî ji Girtîyên welatparêzên kurd re
Zarathustra News – zoroaster_news@comhem.se

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…