TRT 6 BI BERNAMA GULER IŞIKÊ ZIMANÊ KURDÎ DILEWITÎNE

FÛAD SÎPAN
fuadsipan@yahoo.de

Kurdistaniyên hêja!
   Ez pir kêm caran li televîzyonê temaşe dikim. Jixwe, ji bona ku demên xwe vala derbas nekim, ev nêzîkî 10 sal e di mala min de televîzyon jî tine. Lê hin caran bernamên siyasî û yên hûnerî li ser rêya Înternetê temaşe dikim.
Vekirina TRT 6ê derewên Tirkan yên nêzîkî 90 salî li ser înkar û îmhakirina Kurdan pûç derxist. Ev bûyereke dîrokî ye. Tirkan bixwe, xwe di cîhanê de rezîl û riswa kir. Îro di cîhanê de êdî baweriya ti kesî bi Tirkan ne maye. Têkiliyên Tirkan yên bi derve re jî tenê li ser berjewendî û menfîatan in.

Wek tê zanîn Rojîn ji TRT 6ê veqetiya. TRT jî di astengiyeke dijwar de ma û ji xwe re li stranbêjan geriya û di dawî de li şûna Rojînê Guler Işik danîn.
Min du rojan li ser hev di navbera 5-10 xulekan de bernama wê temaşe kir. Bila xanima hêja li min bibûre, dengê wê xweş e, bejn û bala wê jî xweşik e, lê hey star dema Guler dest bi axaftina Kurdî dike, cehaletî ji devê wê dipijiqe û bi nezaniya xwe zimanê kurdî dilewitîne. Hevokeke rast ji devê wê dernakeve û du gotinên wê li hev nayên. Ev bernama Gulerê ji TRT 6ê re skandal e. Herwisa lîstika bi zimanê Kurdî ye. Divêt TRT 6 di heman demê de vê bernamê rake, yan jî di şûna wê de keseke/î têgihiştî hilbijêre. Wekî din di bernamê de axaftinên mêvanan jî pir qels in. Jixwe xaxiya(rezîliya) herî mezin jî ew e, ku di televîzyoneke bi zimanê Kurdî de stranên tirkî bêne weşandin.
Bê guman kêmasiyên bernama Rojînê jî pir bûn. Min çend caran li bernama wê temaşe kir. Lê Rojîn ji xênjî stranbêjiya xwe di televîzyonê de wek moderator rola mamostetiya zimanê Kurdî wergirtibû ser milê xwe. Min pir ji wê helwesta wê hez kir. Ew helwesteke pîroz bû. Rojîn xwe baş perwerde kiriye û zimanê Kurdî baş bi kar tîne.
Dê neheqî be, ku em hemû bernamên di TRT 6ê de wek hev bigirin. Lê divêt em baş bizanin, ku televîzyon ne tiştekî hasan e. Divêt hemû bernamên televîzyonê bi awayekî profesyonel amade bibinû pêşkêşî gel bibin. Çimkî televîzyon neynika (eynika) gel  e û di dima me ya îro de kêreke du dev e.
Çawa ku TRT wê hesasiyeta ku dide zimanê Tirkî û bernamên, ku ew ji bo Tirkan çêdikin, divêt eynî hesasiyetê bidine zimanê Kurdî jî.
Lê di vir de helwesta redaksiyona Kurdî pir girîng e. Divêt redaksiyona zimanê Kurdî rola (rista) xwe baş bilîze û bi qasî berpirsiyariya xwe li hemberî çanda Kurdî be. Heger ne wisa be, dê nikaribin ji bin vî karî derên û pirsgirêkên pir mezin ji bo xwe û neteweya xwe derxin.
Şîreta min li endamên redaksiyona kurdî ew e, ku ew têgihiştî û xwedî berpirsiyarî bin. Divêt endamên redaksiyonê bi sedema vê berpirsiyariya mezin, serên xwe ji hev re deynin û ji bo girtina biryaran dest ji berjewendiyên xwe yên kesayetî berdin, bi hev re kompromisan bibînin û bi yekdengî biaxivin. Ango divêt ew li hember berpirsiyarên xwe yên Tirk xwedî yek deng û helwest bin, bi hev re dest bi kar bikin, û çi gava wan dît, ku ji wan tê xwestin -veşartî yan eşkere- ku ew li dijî ziman û çanada xwe bixebitin, bi hev re dest ji kar berdin. Ev yek dozeke mirovayetî û wijadanî ye. Divêt armanc ew be:
Televiziyoneke bi zimanê kurdî
ji bo bipêşvebirina ziman û wêjeya kurdî ye.

Almanya, 01.05.2009

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...