BEHÎNAME

«Ewroname» di TRT-6ê de dest bi weşanê dike

STENBOL (nefel.com/amude.com) – «Ewroname» programeke kulturî û civakî ye û behsa reng û dengên du milyon Kurdên ku li Ewropayê dijîn, dike. «Ewroname» dê bibe navgîneke agahiyê di nêvbera Kurdên li welatî û yên li Ewropayê de. Programa «Ewroname»yê dê ji sibe û pê ve her sêşem li gor dema welatî seet 22.15ê û li gor dema Ewropayê seet 21.15ê di kanala Tirkiyê ya bi zimanê kurdî TRT-6ê bêt weşandin.
«Ewroname» programeke belgeyî ye û digel mêvanên xwe li mala wan, li cihê karê wan û li welatê ku ew lê dijîn, qeydên xwe dike û lêdixebite ku bi wêne, reng û dengên profesyonel û mêvanên balkêş temaşevanan bi ekranên televizyonê ve girêbide.

Her programeke Ewronameyê 45 deqîqe ye û di destpêka her programekê de bi qasî du deqîqeyan behsa xweseriyeka wî welatê ku program lê têt çêkirin, têt kirin. Paşê jî bi qasî 6-7 deqîqeyan portreyê mêvanê programê bi awayekî vîsuel û dewlemend têt amadekirin û paşê jî hevpeyvîneke dirêj li ser mijareke xweser bi mêvanê programê re têt kirin.

Produsentê sereke yê «Ewroname»yê rojnamevan û zimanzanê kurd Arif Zêrevan e. Sîrwan Hecî Berko ku li Elmanyayê dijît, pêşkêşkariya programê dike û li pişt kamerayê jî Hogir Hirorî radiweste. Mikaela Hammarstromê muzîka jenerîkê û programê taybet ji bo «Ewroname»yê nivîsiye û kalîteya dengî jî bi hêviya Robert Lofgrenî ve ye.

«Ewroname» bi tîmeke mobîl û profesyonal têt amadekirin û mêvanê pêşiyê yê programê nêçîrvanê kurd Elî Coşar e. Elî Coşarî li Swêdê mekteba nêçîrvaniyê xwendiye û tecribeyeke wî ya berfireh li ser nêçîrê heye. Ew di vê programê de behsa metod û qanûnên nêçîrê yên li Swêdê û li Tirkiyê û Kurdistanê dike.

Ji bo temaşekirina programa «Ewroname»yê di internetê de her roja sêşemê seet 22.15 yanî li gor dema Ewropayê 21.15-ê li ser vêderê bitikîne:
www.trt.net.tr/Canli/anasayfa.aspx?kanal=tv6&slv=0.

Jêder: amude.com

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…