BEHÎNAME

Daxuyaniya Yeketiya Nivîskarên Kurd – Duhok Dijî Biryara Dadgeha Tirkiyê


Bo rayê giştî ê cîhanê û tevaya nivîskar û rewşenbîrên Turk,
Mixabin ku desthelata Turkî a fermî biryara dadgeha destûrî a turkî bi hemû hêza xwe ve, tund û tûjî a xwe carekea din dijî maf û armancên rewa ên gelê Kurd li Bakûrê Kurdistanê diyar kir, ew jî bi biryara daxistina DTP civaka demokrasî. Ev pêngav dijî mafên medenî û siyasî ye, dijî mafên mirov e, her wiha dijî prosesa azadî û demokrasiyê ye li welatekê ku hewl dide xwe bi rûyekê demokrasî nîşa bide. Mixabin ku ew danûsitandinên aşitiyê , ên ku Kurdan bawer pê anîn, di vê biryarê de hatine serjêkirin û ev yek ne di xizmet û berjewenda gelê Turk de ye.
Şovînîzma Turk gereke vê biryarê ret bikin û li xwe mukur bê, neku şad û bextewer be. Ew hizr dike ku ew serketinek a din e ji bo hukûmeta Turkî, lê em wisan hizir nakin. Lewra jî, em bi navê Yeketiya nivîskarên Kurd tayê Duhokê bi tundê vê biryarê şermizar dikin û dijî wê radiwestin, daxwazê ji tevaya rêkxiraw û saziyên civakî medenî li Turkiya, bi taybet meydana hunerî û rewşenbîrî, dikin ku helwîsta xwe a mirovatiyê û pêkvejiyanê û qebûlkirina ê din li ser binemayên rêzgirtin û paraztinê ji bo hevdû diyar bikin û em vê siyaseta fermî a şaş reswa û şermizar dikin, daxwaza rêzgiritinê li azadî û serbestiya tevaya gelên Turkiyayê dikin.

Yeketiya Nivîskarên Kurd – duhok
12-12-2009

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…