Ji roja 16/12/2009 an ve, welatparêzê Kurd Eliyê Remî yê bi navê Bavê Helebçe tê naskirin, ji ber kirîza dil di halekî xerab de ye. Piştî ku çar rojan di nexweşxaneya Qamişlo de ma, ew rakirin Şamê. Ji sê rojan ve li Şamê ye, di nexweşxaneya Elesed a Camiî de ye, gerek roja duşembê dilê wî Emeliyat bibe.
Wek ku diyar e, Bavê Helebçe, yek ji çalakvanên Kurda ye, tev jiyana xwe di ber kêşeya gelê xwe de xerckiriye, ew di sala 1957 an de çêbûye.
Em wek dost, hogir û welatparêzên Kurd li Qamişlo ji Yezdanê gewre hêvî dikin ku Bavê Helebçe bi selametî û di zûtirîn dem de li bajarê xwe Qamişlo vegere.
Dostên Bavê Helebçe
Qamişlo 24/12/2009