Jı bo rêxistineke nû konferansek û di sîstema kevn ya rêxistinî de israr

Îbrahîm GUÇLU
ibrahimguclu21@gmail.com

Di 04. 07. 2009-an de bi pêşniyara Şoreşgerên Demokrat civînek pêk hat. 25 siyasetvan beşdarî vê civînê bûn. Piraniya beşdarên civînê, Demokratên Şoreşger bûn. Li cem vê yekê endamên HAK-PARê û siyasetvanên serbixwe jî di vê civînê de cîh girtibûn.

Armanca vê civînê bi gotin ew bû, ku rêxistin û partiyên heyî hewcedariya Tevgera Neteweyî ya Kurd bersîv nakine, divê rêxistnike nû ava bibe. Dîsa gorî gotinan divê ev rêxistina, ji rêxistinên di ferqtir û nûjentir be.
Di vê civînê de bi giştî minaqeşeyek pêk tê. Tê gotin ku Demokratên Şoreşger jî, rêxistineke kevn e, ji bona vê divê Demokratên Şoreşger jî xwe ji holê rake û fesih bike; endamên Demokratên Şoreşger jî, girêdayî hiquqa kesayetî beşdarî pêvajoya avakirina rêxistina nû bibin.
Dîsa bi giştî li ser çend prensîbên giştî jî lihevkirinek pêk tê. Ev rêxistina nû dê Kurd û Kurdistanî be. Ew rêxistina dê ji bona tevgereke milî ya kurd xurt bibe, dê bikoşe. Dê hêjayiya Yekîtiya Ewrupayê bipejirîne.  Dê demokrat, sivîl, şefaf be. Dê awaye sivîl demokrat û aşitîxwazî wek awayê têkoşîne bipejirîne.
Loma ji pênç kesan (Sertaç Bucakî, Tahsîn Severî, Hemîd Kiliçaslanî, Dr. Rifatî, Halîmî) “komîsyonek serbixwe” ava bû. Biryar hat girtin, ku ev komîsyona bi siyasetvanên kurd yên serbixwe û bi terefên siyasî re danûstandin bike; di encama danûstandinan de jî konferansekê li dar xe.
Beşdariya civînê encamek dida derve, ku ev pêvajoya hatiye dest pê kirin, rêxistineke nûjen nikare biqewimîne. Lewra ev civîna ji aliyekî de bi destê rêxistineke kevneşopî ya dema şerê sar de dest pê kiri bû û ji aliyê din de jî  endamên HAK-PARê bi helwesteke hiqûqeke nû ne, ji derveyî etîka siyasî ya rêxistinî tevdigeriyan. Ew kesên dixwestin ku rêxistineke nû ava bikin, pêwîst bû ku ji HAK-PARê dev berdin.
Nûjennebûna vê pêvajoyê bi gelek bûyer û qewimandina jî xwe nîşan da. Ew kesên di vê civînê de cîh girtibûn, çûn di Komîsyona HAK-PARê ya ku HAK-PARê jinûve reorganîzebike de cîh girtin.
Ev xebata di heman dem de provokekirina xebata rêxistineke nû ya ku destpêkirî bû jî. Beriya ku Şoreşgerên Demokrat civînê li dar xin, ji bona rêxistineke nû li gelek bajarên Kurdistanê danûstandin hatibûn kirin. Ji bona ku civîn pêk bê dema wê jî li ber tespîtkirinê bû. Lê ew kesên ku beşdarî xebatê bibin, çûn beşdarî civîna Demokratên Şoreşger bûn.
Şoreşgerên Demokrat, di heman dem de ji bona rêxistineke nûjen, potansîyel û aktorên pêwîst û amade jî,  piranî ji derveyî civîna xwe hiştibûn. Ev yeka bi serê xwe jî,  ji bona rêxistineke nûjenî û ji rêxistinên heyî cûdatir rêxistnek avakirinê, astengiyeke mezin bû.
Demokratên Şoreşger, piştî gelek qewimandinan ava bibû. Rêxistinên girêdayî sîstema dema şerê sar û otorîterîzmê deşîfre bibû û di qeda siyasî ya rêxistinî de gelek guhertin pêk hatibûn, dîsa jî li ser kevne şopiya berê hatibû ava kirin. Bi nasnameya Kurd û Kurdistanî xebata siyasî qerektereke nû qezenç kiribû. Lê Demokratên Şoreşger nasnameya “Kurd” û “Kurdistanê” ji bona xwe bi kar neanîbû; navekî dema şerê sar bi kar anî.
                                            *****
Komîsyona ava bibû, bi gelek siyasetvanên kurd re danûstandin kiribû û bi min re jî danûstandin kir. Wê demê min rexne û pêşniyarên xwe bi kûranî û firehî anîbûn ser zimên.
Komîsyonê encama wan danûstandina, di 5-6. 12. 2009-an de li Diyarbekîrê konferansek li dar xist. Ez jî beşdarî vê konferansê bûm.
Ji aliyê komîsyonên de hatibû diyar kirin, ku 80 kes ji bona konferansê hatibû vexwendin. Lê 95 kes beşdarî konferansê bibûn. Aşkere derdiket holê ku zêde kes û kesên nehatibûn vexwendin jî, beşdarî konferansê bibûn. Ev beşdariya jî, encama reqabetekê xuya dikir. Lewra piştî ku Şoreşgerên Demokrat wek grub dest bi vê xebatê kiribûn, kesên serbixwe jî, dest pê kiri bûn, ku hewirdora xwe bicivînin û bi vî awayî bi xurtî beşdarî konfarensê bibin.
Komîsyonê raporek amade nekiribû. Bes bi devkî di derheqê xebata komîsyonê û pîvanên ku beşdarvanên civîna teng (ya 30 kesî) û komîsyonê  li hevûdukirî bû, hat diyar kirin.
Di pêvajoya amadekirina konferansê de pirsgirêka girîng rewşa Şoreşgerên Demokrat bû. Di derheqê vê pirsgirêkê de û ji bona guhertina prosêsa Demokratên Şoreşger jî tiştek nehat qal kirin.
Beriya civînê û di civînê de, ji bona Demokratên Şoreşger ecizî û şik diyar dibû. Di nav civînê de jî, li ser navê Demokratên Şoreşger axevtina îmam Taşçi û axevtinên endamên Demokratên Şoreşger derket holê, ku Demokratên Şoreşger di statuya xwe de guhertinek nekirine û naxwazin ku di demeke kurt de jî di statuya xwe de guhertinekê jî pêk bînin. Heta bi helwest û nerînên wan derket holê, ku dema ku wek grub xwe fesih jî bikin, ewê wek grubeke neîlankirî dom bikin. Lewra Demokratên Şoreşger her çiqas di HAK-PARê de xwediyê grubeke fermî jî nebûn, wek grubekê tevdigeriyan, bi Gruba Riya Azadî re hevpeyman û îttîfaq pêk dianîn.
Komîsyonê du xal ji bona rojevê tespît kiribû. Ji bona şirovenekirina sed salî ji aliyê Tahsîn Severî de konseptek û pêşkêşiyek dabû amade kirin. Lê ev konsepta jî,  şiroveke giştî ya dîrokî bû. Ji bona tevgere û rêxixtineke nû bi tevayî bingehek îfade nedikir.
 
Ji derveyî vê pêşengên konferansê û yên ku dixwazin rêxistineke nûjen ava bikin, di konferansê de di derheqê rêxistineke nûjen û pîvanên rêxistina nûjen, li ser subje û aktorên rêxistina nûjen de jî, nerînên balkêş pêşkêş nekirin. Heta wan di xala bingehî de li ser van pirsan nerînên xwe jî neanîn ser zimên. Girêdayî nerînên beşdarvanên din wek bersîvekê nerînên xwe anîn ser zimên.
                                            *****
Di konferansê de derket holê ku bîleşîm û qerektera platforma heyî û beşdarvanên konferansê, ji bona rêxistineke nûjen hem têr nakin û hem rêxistineke nûjen re ne amade ne û hem jî taybetiyên beşdarvanan ji bona rêxistineke nû li hevûdu nakin.
Dîsa di konfarensê de derket holê ku bi tevayî nebe jî, bi giranî beşdarvanên konferansê di sîstema rêxistinên kevn de, di sîstama otorîter û statuparêz û reformnexwaz de xwediyê helwesteke bi ısrar in. Encama minaqeşeyê jî, konferansê ev rastiya tescîl û erê kir.
Lê hezar mixabin gorî vê encamê jinûve gav avêtin her çiqas hat pejirandin, ku ev platforma daxuyaniyekê ji raya giştî re ragihîne û pişt re jî siyasetvan û pêşengê civatê bên cem hevûdu însiyatîfeke nû dest pê bikin; nexşereya rêxistineke nûjen diyar bikin; lê di dawiyê de ji vê dev hat berdan. Her çiqas ji kesên serbixwe komîsyonek jî ava bû, biryar hat girtin ku pêvajo û paradîgmaya kevn bidomîne.
                                         *****
Min di konferansê de li ser du xalan, 25 deqîqeyan qise kir. Nerînên ku min bi giştî anîn ser zimên li jêr in.  

I- Prosêsa siyasî û rêxistinî ya Tevgera Kurd…
Hevalên hêja, hewildana rêxistineke nûjen li Bakurê Kurdistanê, piştî şerê sar dest pê kir. Ew hewildana 20 sal in ku didomîne. Hezar mixabin her çiqas ji bona rêxistineke nûjen gelek gav jî hatibin avêtin, ev pirsa çareser nebû. Ezê li ser van hewildanan bi kurtî rawestim. Ev civîna jî, parçek ji van hewildanan e. Ez dikarim bibêjim, ku di vê seatê de jî, di hemen mijarê de civîn û hewildan jî hene.
Nerîn û pîvanên li ser navê Komîsyona Konferansê hatine ser zimên. Her kurdek, an jî kurdên ji derveyî PKKê dikarin li hevûdu bikin. Ji bona rêxistineke nûjen ji pîvanên hatine diyarkirin wêdatir hewcedariya pîvan û nerînên nû heye.
                                               *****
 
Parçebûna Kurdistanê (1639- Peymana Qesrî Şerînê): Dema ku Ehmedê Xanî ji nasyonalîzma kurd behs dikir, Kurdistan parçe bû. Wek gelekî hîndî-ewrupayî nasyonalîzma kurd û ewraupayî di heman dem de qewimî. Piştî ku Kurdistan bû du parçe, jiyana kurdan gorî du navenda şikil qezenç kir.
-Sedsala 19-an: Dema ku sedsala 19-an de di nav neteweyên bindest yên di Împeratoriya Osmanî de tevgera azadî û serxwebûnê dest pê kir, li Kurdistanê jî di bin pêşengiya Şêx Ubeydullahê Nehrî de tevgera dewleta neteweyî ava bike,dest pê kir û lê bi serneket.
-Sê şerên mezin: Di sedsala 20-an de 3 şerên mezin yê dinyayê pêk hatin. Şerê Cîhanı yê 1-emîn û Şerê Cîhanî yê 2-emîn û Şerê sar. Du şerê mezin di nav dewletên konyalîst û Ewrupayî bi xwe de pêk hatin. Şerê Sar di navbeyan Sîstema Sosyalîst û Sîsetama Kapîtalîst-Demokrat de bû. Di van her sê şeran de statuya dinyayê jinûva ava bû. Gelek netewan dewletên xwe yên milî ava kirin. Di statuya kurdan de bi tevayî guhertinek çê nebû. Kurd di Şerê Yekemîn de beşek ji împeratoriya Osmanî û Faris bûn. Di Şerê 2-emîn de beşek ji çar dewletan bû. Bes li Rojhilata Kurdistanê Komara Mehabadê hat ava kirin. Di Şerê Sar de jî di statuya kurdan de guhertineke pir radîqal pêk nehat. Bes di sala 1970-yî de li Başurê Kurdistanê Otonomî ava bû.
-Destpêka Sedsala 20-an (1908-1918): Li Stenbolê pêvajoya avabûna rêxistinên kurdan dest pê kir. Rêxistina Cemiyeta Tealî ya Kurd-Hêvî û yên din ava bûn. Di wê demê de Osmanîbûn-Kurdistanîbûn di kurdan de du meylên cihê bûn. Meyla otonomîst-Meyla Kurdistanî. Meyla Otonomîst dixwest ku navenda Tevgera Kurdistanê Stenbol be, Meyla Kurdistanî dixwest ku navenda Tevgera Kurd Kurdistan be…
-Şerê Cîhanî yê 1-emîn: Ji derveyî ereb û kurdan neteweyên din ji Împeratoriya Osmanî veqetiyan dewletên xwe yên serbixwe ava kirin. Di Şerê Cîhanî yê 1-emîn de Kurd/Kurdistan beşek ji Împeratoriya Osmanî bû. Piştî ku Şerê Cıhanî yê 1-emîn dest pê kir di sala 1915-an de ermenî hatin qirqirin. Împeratoriya Osmanî-Ittîhad a Terekkîyê kurd di vê qirqirinê de bi kar anîn. Bi vê helwestê di navbeyna ewrupayî û kurdan de pirsgirêk pêk hat.
 
-Piştî Şerê Cîhanî 1-emîn: Împeratoriya Osmanî şer wenda kir. Peymana Sewrê pêk hat. Di Peymana Sewrê de avabûna Kurdistanê û Ermenîstanê hat rojevê. Lê kurdan bi tirkan re dewleta tirkan ava kirin. Di wê demê de li Koçgirîye serîhildana kurd pêk hat. Meyla otonomîst û osmanîcî piştgiriya vê serîhildanê nekirin. Peymana Lozanê, avabûna Dewleta tirk erê û tescîl kir. Kurdistan bû çar parçe. Tevgera Kurd piştî vê merheleyê gorî çar merkezan şikil qezenç kir. Li Komara Tirkiyeyê kurd hatin înkar kirin û mafên wan xesip bûn. Kurd li hemberî vê di bin pêşengiyeke rêxistinî ya xurt de (Azadî û Xoybûn) nebe jî, serî hil dan û îsyan kirin. Serîhildanên Kurdistanê tu wext li tevayî Kurdistanê nehatin bi dar xistin. Tevgera 1925-an a Pîranê, Tevgera 1932-an ya Agiriyê, Tevgera 1938-an ya Dersîmê li herêman pêk hat û şikest xwarin. Serîhidanên milî yên kurd her çiqas xwediyê armanca dewleteke milî û serbixwe bûn jî, bi serneketin.
-Piştî serîhildanên milî trajediyeke nû ya entegreyî li Bakurê Kurdistanê dest pê kir: Li Bakurê Kurdistanê gelê kurd û karbidestên wê, piştî serîhildanan ji derveyî dîrok û siyasetê man.
-Di sala 1946-an de: Tirkiye, piştî Şerê Cîhanî yê 2-emîn xwe jinûve ava kir û bi dinyayê re bi projeya demokratîzekirinê hevgirêdana xwe pêk anî û pêvajoya pirpartitî dest pê kir. Kurdan, siyaseta kurdî û kurdistanî ava nekirin û di CHPê û DPê cîh girtin…
-Tevgera 49-an: Heta sala 1959-an jî helwesteke serbixwe ya kurdî li Bakurê Kurdistanê pêk nehat. Ev helwesta milî ya kurdî jî emir dirêj nebû û di heman dem de organîzekîrî jî nebû.
-Piştî salên 1960-yî: Kurdan di partiyên tirkan yên çep, kemalîst, lîberal de cîh girtin. Bes di wê navbeyna de hewildanê grubên biçûk yên kurd hene.
-1965: Kurdan gelek qels be jî partiyeke Kurdistanî û serbixwe ava kirin. Ev partî jî, PDK-Tirkiyeyê bû. Avakirina PDK-Tê gaveke gelek nû û ji Tirkiyevîbûnê veqetandin bû. Hezar mixabin di sala 1970-î de di PDK-Tê de ji derveyî hiquqê hewildana hatibû rojevê, bû sedemê encameke trajedîk. Ev di tevgera kurd de di heman dem bû sedemê şikestinekê.
-1969: Kurdan rêxistineke legal, demokrat, ji hemû meylên kurdperwer DDKO ava kirin. Tevgera kurd bi xebata DDKO û PDK-Tirkiyeyê qerektereke kîtlewî qezenç kir.
-1974-80: Tevgera çep ya kurd xurt bû û qerektereke pirpartîtî qezenç kir. Tevgerek îdeolojîkî ava bû. Wek Baskin Oranî jî diyar dike, îdeolojiya nasyonalîzma modern, di vê demê de ava bû. Meyla serxwebûn û ji tirkan veqetandinê, bû meylekî hakim. Wê demê dewletê ji bona ku tevgera kurd bigre bin kontrola xwe û tevgerê ji hundir de teslîm bigre, stratejiyeke nû meşand. PKKê encama vê projeyê ye. Dewleta Tirk, di ev projeya xwe de jî bi serket.
-Darbeya leşkerî ya 12-ê îlonê: Tevgera kurd hat tasfîye kirin. Rêxistinên heyî mîsyonên xwe qedandin û ji deveyî civatê man. PKKê xurt bû û heta vê merheleyê hat.
-Piştî Şerê Sar…
a)TEVGER û hewildana avabûna partiyeke legal: Piştî Şerê sar, rêxistinên îllegal yên Bakurê Kurdistanê bi navê TEVGERê yekîtiyek ava kirin. Vê yekîtiyê partiyeke legalavakirin xiste rojeva xwe. Di vê pirsê de meyla Tirkiyevî û Kurdistanî derket holê. Ji derveyî PSK-Tê hemû rêxistinên Kurdistanê, rêxistineke legal ya Kurdistanî diparastin.
b)Avabûna HEP û DEPê: Piştî şerê sar, girêdayî guhertinên li Tirkiyeyê û pêşketina Tevgera Kurd di qeda sivîl û legal de, helwesta SHPê li hemberı kurdan û piştî Konferans kurd ya navneteweyî ya li Parîsê îxraçkirina parlamenterên ku orîjîna wan kurd û li hemberî îxracan refleksa milî ya kurd, bû sedam ku HEP û DEP ava bibe. Ev rêxsitinîbûn, bi awayekî ji pêvajoya rêxistinî ya kevn veqetandin bû.
Hezar mixabin pişt re raste rast ket bin bandora PKKê û neraste rast jî ket bin bandora dewletê.
c)Avabûna HEVGİRTİN/KDP: Gorî şertên dema nû, di qeda îllegal de  hewildana tevgereke demokratîk û lîberal bû. HEVGİRTİNê ji bona ku rê û rêbaza xwe gorî dema nû nikarî tespît bike, pêş neket.
d)DBP: Raste rast domandina pêvajoya rêxistinî ya otorîter û stalînistî û çep bû. Ji bona vê tiştekî nû temsîl û îfade nedikir.
e)DKP: Pêvajoyeke nû bû. Di tevgera kurd de cara yekem bû ku partiyeke lîberal û demokrat ava bibû. Hezar mixabin qadroya DKPê ji bona ku bi xeta nû û lîberal demokrat re li hevûdu nedikir, pêş neket. Di hemandem de ji aliyê Dadgeha Makezagonî de jî hat girtin.
f)HAK-PAR. Piştî ceribandina DKPê û DBPê, wek rêxistineke nû ya ji derveyî dema şerê sar hat ava kirin. Hezar mixabin aktorên HAK-PARê ji bona ku kevneşopî bûn, ew jî şibiya rêxistinên kevn û bû beşek ji sîstema kevn ya rêxistinî.
e)KURD-KOM: Dema ku HAK-PAR vegeriya sîstema kevn û ket bin bandora rêxistin û grubên ku mîsyonên wan qediyayî û dema şerê sar, di qeda sivîl de ji bona ku qanala pêvajoya nû veke li Enqereyê û li Diyarbekîrê ava bû. Komelaya Kurd li Enqereyê nasnameyeke xurt ya serbixwe nîşan neda. Komeleya Kurd a Diyarbekîrê ji aliyê dewletê de di demeke kurt de dijmin hat pejirandin. Di derheqê wê de doza girtinê hat vekirin û faaliyetên wê – beriya ku Komeleya Kurd a Diyarbekîrê ji aliyê dadgehê de bê girtin – hat qedexe kirin.
Ji bona vê yekê li Bakurê Kurdistanê hewcedarî bi rêxistin û tevgereke nûjen, demokrat, kurd û kurdistanî heye.
II- Gelo rêxistneke çawa?
Mijara vê konferansê, li ser rêxistineke hevbeş û nûjen minaqeşekirine. Ji bona vê beşek heval, ji mijara konferansê dûr nerînan tînin ser zimên. Dibêjin, ku mijara me “yekîtiya rêxistinan” e.  Heger pirsa me pirsa yekîtiyê be, divê rêxistinên din yên Kurdistanê jî li vir bûna. Wê demê ez jî li vir nedibûm. Lewra rojeva Tevgera Bakurê Kurdistanê, yekîtiya rêxistinên ku mîsyonên xwe qedandî nîne. Pirsa Tevgera Bakurê Kurdistanê, li hemberî dewletê, li hemberı PKKê û rêxistinên din yên ji derveyî demê û dîrokê, pêşî rêxistinek û pişt re jî tevgereke nûjen avakirine.
Dîsa heger rêxistin û partiyeke nû ava nebe, bi Şoreşgerên Demokrat re tevgerandin û bi van kesên vir re tevgerandin ne pêwîst e. Hevalên ku di vê konferansê de cîh girtine, dikarin biçin di nav KADEP û HAK-PARê de cîh bigrin.
Ez bi xwe demazrênerê HAK-PARê bûm. Ji bona ku HAK-PAR ket bin bandor desthilatdariya pêvajoya kevn ya mîsyonqedayayî û dema şerê sar, min jê îstifa kir. Di KADEPê de jî gelek hevalên ku ez pê re li hevûdu bikim hene, lê ji bona ku partiyeke nûjen nîne, ez ne li wir im û ez li vê konferansê me.
Dîsa em ji bona ku Demokratên Şopteşger gazî me kiriye, em ne li vir in. Em ji bona înisîyatîfeke serbixwe li vê konferansê nî. Helbet dema ku Demokratên Şoreşger jî girêdayî mijarekê gazî me bikin û nerînên me daxwaz bikin, em bi wan re jî tevdigerin. Lê îro çarçewe û mijara konferansa me tiştekî din e û em hatin ku li ser rêxistnike nû danûstandin bikin û nerînên xwe yên hevbeş tespît bikin.
                                             *****
Ez gelek vekirî dibêjim, ku pirsgirêka me, avakirina platformek û înisîyatîfeke siyasî nîne. Pirsgirêka me, avakirina partiyeke siyasî ye. Lewra modela navneteweyî ya rêxistinî, ku bi dewletan re û rêxistinên navneteweyî re bibe mixateb, partî ye.
Heger em naxwazin ku partiyeke nû û nûjen ava bikin; wê demê platformên din hene, em dikarin biçin di nav wan de cîh bigrin. Heta em dikarin komeleyeke xwediyê bi mîsyon ava bikin û rolekî girîng jî bilîzin. KURD-KOM ji bona vê nimeneyeke gelek baş e.
Partiya nû, divê ji DTPê, HAK-PARê, KADEPê û ji rêxistinên îllegal yên Bakurê Kurdistanê, bi hemû taybetiyên xwe cûda be.
Ev rêxistina nû, aktor û dînamîkên nû dixwaze û pêwîst dibîne. Ev aktor û dînamîkan jî di civîna me de bi tevayî tune ne û bes dînamîka rewşenbîran li konferansê ye. Demokratên Şoreşger jî aktorên rêxistina nû nîne. Ev yeka gorî şertên demokrasî û globalîzmê û hêjayiyên lîberal, guhertina sinifa siyasî derdixe pêş. Divê li van aktor û dînamîkan bê gerandin.
Partiya nû ji bo “doza Kurd” û ji bona “azadî û serxwebûna Kurdistanê” ava dibe. Divê partî bi “Kurd” û “Kurdistan” bê nav kirin. Lewra partiyên navên wan ne “Kurd” û “Kurdistan” hene. Em dixwazin ji derveyî wan partiyekê ava bikin.
Divê partiya nû, di programa xwe de armanc û projeya xwe ya civakî aşkere diyar bike. Neteweya kurd wek neteweyekî xwediyê dewleteke serbixwe ye û ji aliyê mafên din de jî qasî neteweya tirk û neteweyên din yên dinyayê xwediyê maf e. Loma partî, divê li Kurdistanê desthilatdariyê ji bo xwe bike armanc. Ew jî li Kurdistanê bi dewleteke serbixwe, an jî bi dewleteke federal û konfederal dikare pêk bê. Dema ku gelê tirk bixwaze, ku bi kurdan re gorî prensîba wekheviyê bijîn, kurdan re desthilatdarî parve bikin, wê demê dewleta federal dikare bikeve rojevê. Lê hîç şik tune ye ku divê neteweya kurd xwediye meclîs, hikumet, serokdewlet, serokwezîr û henû dezgehên xwe yên milî be.
Divê partiya nû, ji derveyî sîstema kevn ya dema şerê sar, totalîter, otorîter be. Ji bona vê jî nûjenbûn, hevdembûn û demokratbûn û şefafbûn û vekirîbûn, taybetiyên wê bin. Ji bona vê jî divê partî, serweriya hiquqê, tetbîq bike; ji azadiyên kes û gruban re re rêzgirtî be; ji fikir û projeyên cihê re hirmetkar be.
Divê partiyeke mîsyoner, çalakvan û bêîdiaatkar be.

Amed, 5-6. 12. 2009

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…