Helbest u Vidyo

SIH Û SÊDAR (ŞEHÎD IHSAN)

Melevan Resûl

Ihsan *” keko hîmek bilind
Hêjî li ber çavê minî
Kohî mezin , bejna bilind
Jorî di ser erd û benî
Taqî ji xemlê tev durî
Sîqal , şemal û gewherî
Sef sef li dû hev hûn bi rêz
Emman e zindên namirî

Sêdar cihê rêzê ne ew
Qazî , Se-îd zû pêgihan
Seydo jî toxê wan hila
Kifş û diyarin bê nehan

Sêpî ji bo kurdan timî
Evra cihê rêzê ne ew
Qîmet didin doza mirov
Navber di nav rast û derew

Vaye li ber dîdan xuya
Sola di bin lingê we de
Hilbû di ser ala neyar
Hem tox û hem jê gunbete

Ayat* li edrê mermilîn
Lewma firîn hûn çûn sema
Şewq û sitêrê pasevîç*
Bin sih û sola we de ma

Pîroze ev nama we girt
Ihsan Fetahê min heyî
Ez dê bikim perwaza dil
Pûtê feriştî tu b””””xweyî
……………………………….
Ihsan: şehîd e , rijîma îranê di 12 çirya paşîn de 2009 sêdar kir .
Ayat : serdarê rijîma îranê ne ( wilayet elfeqîh ) .
Pasevîç : hêzên ewlekariya rijêmê ne .

        13/11/2009

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…