Jiyana Behmen Marofî (Şêrkoh) di metirsiyê de ye

  Behmen Marofî bi navê Şêrkoh Marofî naskirî ye. Çalakvanekî Kurd e, rêjîma Îranê ew bi dijminaya Xwedê tawanbar kiriye.
Ş. Marofî (30 salî) ji Kurdistana Îranê -bajarê Baneh- ye. Di 1.11.2007an de li bajarê Seqiz bi tawana propagenda dijî rêjîmê û dijminaya Xwedê dike hate girtin.
Heta nuha di zindana nivîsgeha ewlekariya Seqiz de bû, lê diyar bû ko ew rakirine zindana navendî , ji bo darvekirinê wî amade dikin.

Di zindanê de Şêrkoh pir êşkence dît û sizayê dardakirinê lê hate birrîn.
Eger hûn bixwazin dijî evê dardakirinê muhir bikin, evê lînkê bitikînin.

http://www.gopetition.com/online/32085.html

Avestakurd
E. X

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…