Bi damizrandina heft salan: Komîta şevbuhêrk ên kurdî li şamê şahiyekê li dardixe

B . şiyar
b.siyar@hotmail.com

Roja Înê êvarî katjimêr heşt û nîv li bajarê Şamê li taxa kurdan dîrok     31- 7- 2009  komîta rêvebir ya şevbuhêrkên kurdî li Şamê             Mihemed qasim – Ebas osman bi damizrandina heft salan şahiyek li darxistin bi alîkariya çend hunermendên hêja û binav û deng hunermend Selah osê- hunermend Bengîn- hunermend Hisên berzencî- hunermenda nazik û delal Cemîla berzencî -hunermend Şukrî sobarî bi deng û awazên xweyî şêrîn pêşkêşî beşdaran kirin

Hijmarek baş ji rewşenbîr û xwendevan û nivîskar beşdarî şevê bibûn û kêfxweşiya xwe dan xwiyakirin ji vê şahiyê û sipasiya komîta rêvebir hate kirin û hêviya berdewamiyê jêre xwestin
Em jî komîta rêvebir ya van şevan yê ku gihiştine 84an ku ne ev rewşenbîr û nivîskar û xwendevan bûne wê ev şevbuhêrk  berdewam nebûna ta niha
Rêz û silav bo rewşenbîr û helbestvan û lêkolînvan û xwendevan û nivîskarên kurda û bi taybet yê di warê zimanê dê de dixebitin û dinvîsin
Silav û rêz ji van komîtên ku mijûl dibin bi çand û hunera kurdî
Rêz û silav bo nivîskar û rewşenbîrên bajarê evînê Qamişlo
Rêz û silav bo nivîskar û rewşenbîrên Dêrka Hemko û Girkê Legê û Tirbespiyê re
Rêz û silav bo nivîskar û rewşenbîrên herêma Kobanê û Reqayê re
Rêz û silav bo nivîskar û rewşenbîrên bajarê Efrînê ya rengîn û Çiyayê Kurdaxê re
Rêz û silav bo nivîskar û rewşenbîr û xwendevan û beşdarên va şevbuhêrkan li paytexta Şamê li taxa kurdan
Rêz û silav bo çi kesên deryê mala xwe ji komîtê re vekirye di van heft salan de û hêvî û daxwaz ewe ku ev alîkarî berdewam be
Rêz û silav bo hemû kesên ku alîkarbûn û bi taybet yên pirtûkên xwe diyarî komîta şevbuhêrkan kirine
Rêz û silav bo çi kesên ku birûsk û name ji me re rêkirine
Birûsk û name  ji  :
Weşana NEWROZ
Desteya kovara pirs
Rojnama WEKHEVÎ
komela ciwanên kurd li Sûriyê
Desteya kovara Perwan
Komîta mafên mirovan li Sûriyê (maf)
Munteda welatême
Komîta mafên mirovan li sûryê(dad)
Kovara El hîwar
Tevna çand û hunera kurdî Dêrka Hemko
Hunermend Durust
Mamoste Mîtan hûrî
Mamoste rodost berzencî
Mamoste Selah berwarî
Mamoste Lewend dalînî

Mamoste Sobar arî

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…