Dîwana mehrecana 13an ya helbesta kurdî li Sûriye derket

  Xwendevanên hêja em bi vê berhema nuh ya komîta amadekar ya mehrîcana 14an wergirtî ser milê xwe û li gor pîvan û helsengandina lijneya rexneva ,  hemî helbestên pileyên wan 50% û ber bi jor de wergirtîn li gor  rêzhatina pileyan , me li dûhev çapkirin û weşandin , hejmara helbestên pileyên 50% derbaskirîn gihaştin 92helbestan , hejmara rûpelan 224 rûpel ji rûpelên nêvçe ye û bi qapek qeşenge .
Eva cara yekeme ku helbesta kurdî dikeve ber destê rexnevanan û bi pîvan û kêşanên wêjeyî têne şirovekirin , helbete  wê gazind werin kirin , singa me ji hemî rexneyan re ferehe , lê da ku em xwe fêrî yasayên wêjeyî û mîna hemû xelkên cîhanê bikin ka çawa helbesta xwe dinirxînin bi mebesta pêşvebirin û peydakirina mîkanîzmek rojgarî di kêş û pîvanê de
me hemî helbestên gihaştîn navenda komîta amadekar ya mehrecanê gihandin ber destê kawirên pispor da bi pîvanên rexneyî di ber çavan re wan bikêşin û derbasbikin berya di roja mehrîcanê de werin xwendin .
Em bihêvîne ku ev şêweyê rexnevaniyê bibe bingihek û stûnek sereke di ravekirina toreya kurdî de , her weha em lêborîna xwe ji kêm û kasiyên li rûdayîn dixwazin bi armanca derbaskirina vê qûnaxê bi şêweyek serkeftî .
Mebesta me ji çapkirin û weşandina vê dîwanê ewe da ku ew bibe mîna belgeyek berbiçav û berdest û bikeve pirtûkxana kurdî de .
Her nivîskar , helbestvan , zimanzan û xwendevan dikarin rêjeya helbestî di asta pêşveçûna helbesta kurdî di nava metnê rûpelan de helsengînin .
Bi vê bûneyê em carek din hemî helbestevanên kurd li Sûriye vexwendî mehrîcana 14an ya helbesta kurdî dikin bi rêkirina helbestên xwe li ser adrêsa li jêr hatî nivîsandin  , ji niha û heta 20/9/2009 da ku werin xwendin û ravekirin û komîta rexnevan karibe pileyên hêja ji wan re daxîne .

Komîta amadekar ya mehrîcana 14an ya helbesta kurdî li Sûriye
Pirwesh2009@hotmail.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo

Di nêrîna min de baştir e ku em helbestvan bi kurtî di çend rêzikan de bidin nasîn:H.M. Hebeş di sala 1970 de li gundê Şiyê,gundê helbestvanê nemir Hamid Bedirxan li navçeya Efrînê, Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye.Ew jî mînanî pir hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê ji ber zor û setemên rêjîma dewleta…

Kongreyê sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye, roja 23.08.2026, li bajarê Essen li Elmanya, bi amadbûna hejmarek ji endamên Yekîtiyê, û bi beşdarbûna hejmarek din ji endaman ji çend welatên din bi rêya zoomê, hat lidarxistin.
Pêşî çend raportên rêxistinî, çalakî, û darayî, hatin xwendin, piştre giftûgoyek li…

Fewaz Ebdê

Were xanim!
Were!
Da ez hemû şkestinên xwe
Revecengên xwe
Di çavên te de bixwînim
Kirasê dîroka xwe jê bikim
Cugrafiya çavên xwe
Di awirên te de dorpêç bikim
Dema ez
Li çavên te dinerim û
Di kûrbûna wan de noq dibim
Bi girafêtê
Qirika Selahiddîn dixemilînim
Riha wî kurt dikim û
Li Waşintun, Mosko û Berlînê digerînim û
Geh
“Igalê” dikim stukura wî û
Wî li…

Ofîsa Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi êş û xemgîniyek mezin nûçeya koça dawî ya hunermend Gulîstan Tahir-Sobarî bihîst, ku şeva çûyî koça dawî kir, û mîrateyek hunerî dewlemend û bîranînên hêja giranbiha di dilê malbat, xizm, dost û heval û hezkiriyên xwe de hişt.
Xwedê jê xweş…