Mîna xwe


Azer Osî 

Ezê xwe, mîna xwe,
bi nasim
mîna xwe, canê tî, radestî pêlên bayê te bikim.
Ne cih, te ji min biyan dike,
û min ji xwe bêyî te, 
çavên şil ziwa dike,
û te dûrî xemla dil,
û bêdengiya xewna bi te hatî

û xewna xewa min dike.
Sal diçin….lê sala  te,
salan teva ciwan dike
salan teva, mîna te,
keçên  tev payîzên te,
şehîdên geşkirina navê te,
diyarî bîstikên barana,
li ser dar û lemên te dike.
Ji pêjna te,
her sibeh, te û yên ji te hez dikin,
wekî te,
silav dikim.
Tenê me, lê yê, te afirand,
û bi wê birînê, min ji te re dikir yar
û xweşikbûn jî
para te dihişt
ew hevalê!
tenahiya min dibe!!!!

22.08.2009

Elmanya

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…