Kurd rûmeta dostên xwe diparêzin Xelata Osman Sebrî ji MELÎKE MEZZAN re çû

Komîta xelata Osman Sebrî ji bo dostaniya gelan, sala 1998ê ji hêla gurûpek nivîsevan û rewşenbîrên Kurdên Rojavayê Kurdistanê de hate damezirandin, û ji wê demê de heya îro sê dostên Kurd xelat kirine, ew jî ev in: Civaknasê Tirk Dr.Îsmaîl Bêşikcî, xanima Feransa Danyal Mîtêran û yasanasê Îraqî Dr. Munzir El-Fedil.
Vê carê jî endamên komîtê, ji ber ku hinek li hundir welêt in, û hinek jî li derveyê welêtin, di riya Messengerê re, pêşniyara hevpîşeyê xwe Heyder Omer, ku helbestvana Emazîx MELÎKE  MEZZAN, wek kandîdat pêşniyar kiribû, gotubêj kirin, û hemiyan ev pêşiyar pejirandin.
Biryar ew bû, ku her sê salan dostekî Kurd were xelatkirin, lê mixabin ji ber hin sedemên darayî û teragîdiya Sûriyê, ku ji şeş salan de didome,vê carê komîtê kesayetiya, ku hêjayî xelatkirinê dibîne, bi derengî nîşan kir.
MELÎKE MEZZAN yekemîn wêjevana biyanî ye, di van nîrên dijwar, ku li başû û rojavayê Kurdistan diqewimin de, piştgirî daye gelê Kurd û hêzên pêşmerge û yekîneyên parastina gel, ku li başûr û rojavayê Kurdistan di ҫeperên şer de li hember hovtirîn hêzên tariyê; Daîş û hevalbendên wê şer dikin, û berevaniya tevayê cîhanê dikin.
MELÎKE MEZZAN bi hesreta tevli van hêzan bibe, dibêje: „Eger ez xort bama, û min hêza xortaniyê hebaya, ezê bê dudilî tev li şervanên jinên Kurd bibama, lê ji ber ku rewşa min ne wusa ye, ezê bi nivîsînê piştgiriya wan bikim, û her awayên hovîtiya, ku li dij gelê Kurd pêk tên, riswa bikin“
Her weha dibêje: „Eger li dinyayê miletek heye, ku divê wijdana navnetewî berevaniyê ji bo wî bike, ew milet meletê Kurd e“.
MELÎKE MEZZAN, ji ber ku jineke xebatkar e, nirxê  xebata jina Kurd dizane, û li hember hêzên tariyê gelek pilind dinerxîne, û dibêje: „A naka, jina kurd bi hovîtirîn hêza dijminiyê re rû bi rû yê. Ez sipasdara jina Kurd im, rêza xebat û wêrekî û canfîdayîya wê digrim, û bejna xwe li hember bejna wê ya têkoşer û bilind ber ve xwarê dikin“. Û gava li gel miletê Kurd daxife, dibê:
Hevalê gelê min Emazîx di riya serhildanê de. Hevkarê wî di serbilindiya xebatê û berxwedanê de. Ey miletê Kurd ê kevnar û resen bi kevnariya temên zemînê! Ey dilpaqij û dilfirehê bi qasî firehiya hemî hunerên ciwan û evînê! Ey miletê, ku tu di bazarên sitemê li rojhilat û rojava de, di ser parskirina rûmetê re yî! Bilindtirîn silav ji bo hebûn û pêdariya te.“
Evan helwestan, wek ku bala hemî gelê Kurd, ya komîta xelata Osman Sebrî jî kişand, ku yekemîn jin e, yekemîn wêjevan e, li seranserî welatên cîran û yên rojhilata navîn helwestên piştgiriya gelê me dide xuyan, û bi baweriya yekta heya roja serxwebûnê û avakirina dewletê, li kêlek gelê Kurd dimîne.
Ji bo van helwestan, Melîke Mezzan hat hilbijartin, ku were xelatkirin. Rêwresmên xelatkirinê dê li Elmaniya pêk bên, lê dem û cih dê di rojên pêşende de  bêne diyarkirin û ragihandin.
Elmaniya  16. 06. 2016.
 Komîta xelata Osman Sebrî ji bo dostaniyê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…