Îro Her Tiştek Ne Wek Xwe Bû

Merwan Berekat
 
Li vê sibehê her tiştek ne wek xwe bû, bêzriyê her tiştek dorpêç
kiribû, zinarên çiyayê kurmênc bedena xwe bi rondikan dişoştin, çemê Efrînê bê
sîmfoniya xwe ya dêrîn diherikî û darên zêtûnê pêşwaziya xunavê nekiribûn….
Belê her tiştek ne wek xwe bû,
li gelî û newalan bilbil bêdeng bûn, qebqeba kewan tunebû, kaniya Basûtê û ya Batmanê
melûl diherikîn, ezmanê çiyayê Kurmênc di nav pêlên rewrewkan de ragerîbû û
sibeha bajarê aştiyê bi fedokî û şermokî xwe diyar dikir û tîrêjên rojê mîna
bejneke liberxweketî bere zemîn vedizelîn.
Belê… Îro bêzariyeke mezin di ser gelê Kurd, nemaze Kurdên çiyayê Kurmênc de barî, keç û xortan ken û nameyên evîndariyê rawestandin, tenê wêneyên dengbêjê mezin Bavê Selah bi sîngê xwe xistin.
Bi xem mebe Efrîna rengîn, Bavê Selah wê di giyanê her jin, mêr, xort, pîrejin, kalemêr û zarokekî de rojane were vejandin. Rojane dengê çiyayî, nazik û zîz wê di guhên dîroka dengbêjiya Kurdî de biherike.
Îro giyanê Mem û Zînê jî veciniqîn…. Îro çiqas delal hebûn bi koçkirina xwediyê strana Delêl re bangkirin loooooo Delal.
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…