QAMÎŞLO

Merwan
Berekat
 
Qamîşlo…
Li şûna her dilopekê ji xwîna pakrewnên te, bi sedan kulîkên azadiyê dê werin
bişkuvandin, û bihna wan mîna hilma dêrîniya hebûnê wê di giyanê her Kurdekî de
biherike.
Qamîşlo…
Çendî dilbikîn, kujerên jiyanê û hovên serdeman kîna xwe li ser dawa te birjînin,
û hewil bidin teniya mejiyê xwe di dêmên te yên spî bidin, lê pîroziya te bi
tariyê netê perspankirin… Belê tu ramûsana rojê yî… Tu yek ji xewnên Xwedê yî…
Tu hêviya siberojeke payî yî… Tu landika berxwedêr, mirovperwer û vînperestan
î.
 Qamîşlo… Çendî çavsorên rûmetşiketî bixwezibin mirûzê te yê ferişteyî bi gilîzê hovîtiya xwe bilewitînin, û bi devê zikreşiya xwe di kolanên te de vereşin, tu mîna şewqa kembera li nava kurê ezmên(Zardeştê Mezin) her û her vebrûsandî dimînî.
Qamîşlo… Ey vînzêya dîrokê…! Ma ne sonda te bi pertewên rojê ye?! Ma ne xewnên te yên kesk ji memikên şoreşgerî û berxwedanê mêtine?! Ma ne kaniyên dildarî û sozdariya hebûnê ji pêsîrên te hatine herikandin û hîn jî vedenga sîmfoniyên Waşokanî di guhên mirovahiyê de diherikin?! Serbilindiya te… dilnazikiya mêrxwezên te… ayetên aştîxweziya lawên te û neynika rastiya te bi dengê mirinê tîk nabin.
Tu Qamîşlo yî… ne tenê hespên talankaran, ne tenê berê mejîtariyê û ne tenê kurên xwîmêjan… na, te pir hovên har di xwîna wan de vegevizandin.
Qamîşlo… Ey hêlûna mêrxweziya serdeman..! Îro çavên ezmên ji girî venebûn, lêvên erdê têr şor bûn û tomargehên Xwedê serobinî hev bûn. Îro giyanê kurdewariyê rehên hin baweriyan ji zemînê xwe hilqepirandin û di nav çavên dîroka derewîn de lêxistin.
   Efrîn
27. 07. 2016   

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…

Şîlan Doskî

 

Şerekê gengaz di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pirsên jeopolîtîk derdixe holê. Lê ew rasterast bandorê li mîlyonan mirovan dike. Bi taybetî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn: Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur di bin metirsiyê de ne.

Şerekî bi vî rengî wê ji bo wan…