Di biryarê de hatiye, ku biryara qedexekirina karkirina Rûdawê heya wê demê dê berdeam be, ku Rûdaw siyaseta xwe biguhere. Ev e hizirkirinek bi tevahî îdolojîk û partiyane ye li hember karê medyayî, û serdemê wê cure hizirkirinê tenê li cem wan maye ku bi nêrîneke gellek kevn temaşeyê karê medyayî dikin. Tora Medyayî ya li gor bingehên pîşeyî û profesyonel ên karê medyayî hatiye damezrandin û kar dike, û di bin ti guvaşan de dest ji pêşkêşkirina xizmetguzariya gihandina nûçe û zanyariya bi şêweyeke profesyonel dest bernade.
Ev biryara kantona Kobanî piştî biryareke pêştir a Kantona Cizîrê tê, ku di meha Tebax a sala 2014ê de biryara qedexekirina karkirina tîmên Tora Medyayî ya Rûdawê li wê kantonê da, herwiha piştî ku hejmarek peyamnêr û kamêramanên Rûdawê ji aliyê hêzên Kantona Cizîrê û Efrînê ve hatin îşkencekirin û ji Rojavayê Kurdistanê hatin derxistin.
Tora Medyayî ya Rûdawê wiha dibîne, niha Rojavayê Kurdistanê zêdetir ji her demekê pêwîstî bi wê yekê heye ku wêneyeke xweşik û demokratîk nîşanî derve bide, daku civaka navdewletî piştevaniyê lê bike û di wan guhertinên çaverêkirî yên li herêmê diqewimin de, parastina ezmûna wê parçeya Kurdistanê hebe, ji ber parastîbûna azadiyê têde. Lê belê bi qedexekirina medyaya azad û profesyonel tayedarên kantonan û yên li serveî wan jî nikarin wê rastiyê veşêrin, ku ewên daxwaza azadiyê dikin, her bi xwe azadiyê qedexe dikin.
Rûdaw çendîn caran bi rêyên cuda cuda hewl daye, wan birêzên ku li serveyî kantonan in û biryara dawî di destê wan de ye, gumanên wan li ser Rûdawê nehêlin û me hest kir di van demên dawiyê de têgihîştinek heye, bi taybet jî berî hefteyekê li Kobanî kamêrayeke desteserkirî ya Rûdawê bo peyamnêrê Rûdawê vegerandin, ku berî çend mehan dest bi ser de girtibûn, lê belê ev biryara bi navê Kantona Kobanî ve hatiye dan, carek din em dilgiran kirin. Ji ber wê jî cardin em bi vê rêyê û bi şahidiya xelkê Kurdistanê daxwaz ji wan birêzan dikin, li şûna qedexekirina karê mezintirîn û bi bandortirîn dezgeha medyayî ya Kurdistanê, hemû qedexekariyên li ser Rûdawê rakin û êdî peyamnêrê Rûdawê nerevînin, ev jî baştirîn rastkirina wan binpêkirinên azadiya karê medyayî ye.
Tora Medyayî ya Rûdawê
2016-02-25
Hewlêr – Başûrê Kurdistanê