Helbest u Vidyo

Pîvokên bihareke bê baran

Ronî ELΠ
Wê kengî
Bihna nanê sêlê
Ji pixûrka dayikan
Bi tîrêjên rojê re
Cardin 
Lêvên min
Mîna herdû sêvên di sîngê te de
Bel bike û bilerizîne …!!?
Wê kengî
Dewê meşka bêrîbanê
Bi xwendina sibê re
Bi qebqeba kewê re
Cardin
Mina hingivê lêvên te
Kozota hinavên min
Sar bike û vemrîne …!!?
Wê kengî
Pîvokên gundekî sêwî mayî
Di kela biharê de
Bi tîqtîqa zeviyan re
Cardin
Mîna guliyên te
Berî ku bibine hebinê koçberiyê
Hembêza min bixemlîne … bihejîne ..!!?
Wê kengî
Landika dilekî têkçûyî
Di nav guloka wêranê
Û mijgulên demê de
Cardin
Mîna morîkên gerdenê te
Xewnên beravêtî
Li dû hev .. Girêde û rêz ke ..!!?
1842016 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…