Leystikên li ser zimanê Kurdî

Paşa Amedî
 
 Kurdî zimaneke qedîm û dewlemend e. Ji ber bê dewletiyê zimanê Kurdî bi nivîskî pêşneçûbe jî lê bi devkî hê li ser xwe ye. Kurdî bi dewlemendiya zaravayên xwe bi heyîna xwe li diyar e.
 Çawa ku ji berê ve bi çi awayî be zimanê Kurdî hatibe paşxistin, niha jî li ser zimanê Kurdî leystikên mezin û asîmîlasyoneke dijwar didomin. Ev asîmîlasyon bi destê sazûmanê dest pê kiriye lê mexapin em jî di malbatên xwe de vê asîmilasyonê bi xwe bi destê xwe didomînin. Sedema mezin medya û televizyon li ser malbatan bi taybetî li ser zarokan bandoreke mezin çê dike, pişaftinake mezin jî di dibistana ewûl de ya pişaftina zarokan e.
 Leystikeke din li ser zimanê Kurdî ji alê din ve bi siyasetî li ser zimanê kurdî ber dewam e; ev jî li ser Kurdiya zazakî ye. Çawa ku berê li başûrê kurdistanê li ser Kurdiya soranî hatiye leystin. Ji ber ku zaravayên kurdî bi paş bixin û soranan ji kurdan biqetînin qewet dane kurdê soran. Li Tirkiyê jî ji ber ku zazayan ji kurdan veqetînin dibêjin: “Zazakî/Kurmanckî zimaneke ser bi xwe ye, zazakî ne kurdî ye, zaza ne kurd in…” di hinek zanîngehan de bi zanebûn zazakî wekî zimanê serbixwe dihesîbînin û didin xwendin…
 Siyasetmadarên dewletê li gor polîtîka dewletê bi zanabûn di gotinên xwe de “Kurdî, Zazakî, Tirkî, Erebî…” dibêjin û netewan rêz dikin li vir qaşo kurdî nas dikin û ji kurdî re rêz digrin, ev gotina masûm tê xuya kirin lê di nav hevokê de leystikeke mezin heye; zazakî ji kurdî cûda dikin. Ev leystik di medya Tirkiyê de pir tên bikar anîn…. lê carna em kurd jî bi nezaniya xwe dibêjin: “Ez Kurdî zanim lê Zazakî nizanim” ev gotin jî şaşiyeke mezin e Kurdî ziman e lê zaravayên Kurdî hene, wexta ku tu bibêjî “Kurdî û Zazakî”zazakî ji kurdî vediqetînî. Bi vî awayî hişmediya kurdan xerab dikin.
 Divê nivîskarên Kurd baldarbin û bi zanebûn di nivîsên xwe de li ser vê bisekinin û di pirtûkên xwe de jî şaşiyan bi destên xwe nekin û bi zanebûn binivîsînin. Mesela di derxistina Ferhengekî de ku ferheng li ser zaravayeke kurdî be FERHENG-Kurdiya Kurmancî-Tirkî, Tirkî-kurdiya Kurmancî were nivîsandin. Ya din ku pirtûka romanek an çîrokek biweşe ku pirtûk bi kîjan zaravayê kurdî be bi wê zaravayê Kurdiya Zazakî, Kurdiya Kurmancî, Kurdiya Soranî…bê nivîsandin. Ez li gor zanebûna xwe wiha difikirim, lê zimanzan çi difikirin divê ew jî fikra xwe bibêjin. Çimkî ev hişmendî bingeheka zimanê Kurdî ava dike.
 Zaravayên Kurdî dibe ku Kurdî be lê kurdî ne zarava ye, kurdî zaravayên xwe di nava xwe de dihewîne. Divê siyasetmadarên Kurd û nivîskarên Kurd şiyar bin; di gotin, pirtûk û nivîsên xwe de cudahî nexin nav zaravayên Kurdî. Erka ferdên her kurd a yek ev e ku divê li zaravayên Kurdî xwedî derkevin; zaravayên Kurdî bielimin û hîn bibin ku zimanê kurdî pêş bikeve û Kurdî bighîje asta xwe ya dewlemend.
 Paşa Amedî
 http://candname.com/leystiken-li-ser-zimane-kurdi/
 ÇANDNAME
  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bizava Aştîya Navxweyî (BAN) sazîyeka sivîl e ku ji rewşenbîr, mafnas û akademîsyenên li Kurdistanê û dîyasporayê ne, pêk hatîye; bûyerên xeternak ku li taxên kurdnişîn ên Şêx Meqsûd û Eşrefîyeyê di van rojên dawî da pêk hatin, ji nêz ve dişopîne û bı tundi şermezar dike.
Di van bûyeran da, ev taxên kurdnişîn bi tank…

Mihemed Hemo

Kê ji dil de hezkiribe, êdî bawer nake ku xeraptrîn; jiyana cengêye.

Raste! Şer dikare laşan bêxîne, lê hezkirin jî dikare, rûmetê bêxîne.

Hezkirin di welatê me de wek Çokelatê erzan e: bi kaxetên ciwan tên pêçan, lê zû bi meran de vedidin; li şûna ku merov dilxweş bik, merov dicersîne.

Ger merov bi qurbaniyên evînê hest bibe, hêstirên xwe ji qurbanên qeza û cengan re namînin.

Demekê min kompaniyek li Hewlêrê bi rê ve dibir. Karmendekî me li deriyê min da û got:

Mamoste, keçek Sûrî bi tenê ye, doza kar dike.

Min got:

Başe, ger wisa ye, guneh e, bila kar bike!

Turbîlekê bide dest wê xortê di metbexê de û metbexê bide destê keçikê!

Min jî wisa, bi dilnermî, kompaniyê bi rê ve dibir; ne bi duristî.

Roja din ez çûm kar. Gava ez ketim deriyê bîroya xwe, min dît her tişt pak û li hevhatiye. Ez pêhest bûm ku destekî nû ketîye nivîsgeha min. Min ji karmendekê re got:

Çi bi nivîsgeha min hatî?

Wê bi berkenkî şermokî got:

Ew keça Sûrî ya ku nû ketîye kar, pak kirî.

Hîn em daxfîn. Wê karmenda nû qehwe ji me re anî.

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…