Babê Felek îro dîsa janên te ne


Nizar Yosif

Di wêneyê te re, ji xuncên zehmetkêşiya jiyana te ,ji şûngavên te yên sînorqetên,ji birhên sitemkarên sehwa dengê te ew di girtin, di barê çekên (saz û bawerî) te yê giran re,,,,,.  
Vayê rewş û serpêhatiyên te,bi awayek cuda, xemila xwe giştî berdide ser warê jan û giriyên te. 
Dema ku çavên mirov ji nişka ve, li dîdar,wêneyên Bajar û Gundên başorê rojava yê kurdistanê di kevin,hejariya her tiştî, xelekên xemgîniyê xwe li ber çavên mirov re rêz dikin.

Dilopên xûn û hêstiran di ber jandengê te re jê dibarînin. Ti best û tîrav neşên wan dilop û şirikên ji gelê me,ji waltê me ,ji penaberên me yên li ber ava serwinda dibin,yên di sînoran de bê elom diçin, dibarin ragihînin.  
Mirov diçin û tên,landika jiyanê di heje, hinek jê koçan bi ber goran ve bardikin,û beşek jê ji xezeba serdemê, nakokiyên serdestan, dibin zora sitemê de kêferatê dikin.Darê herî giran,janên herî dijwar, astengî,ne perjirandina xweyîtî ye, ne lihevkirin û pîstûriya bira ne.
Bihtir konên rêwîtiyê,penaberiyê li ser milên xelkê xwe datînin, li wan dibin bela, di kevin rêya nehatinveyê. Li şûna konê baneyê,azaya çûn û hatinê di gera buhargehan de, bêyî vîniya xwe destvala dibin dîlên sînoran.Ev serdeme bi mercên wisa ve bi dilgermî pêşwaziya xapankaran dike û cihê xweş ji wan re hildipijêre û xapînokên wan dibin cihê rêze,malxwê yên malên ti qenc têde nemayîn. Vajiyê vê yekê jî mirovên dirust, karpak, çavrexneyên bîrawer, şûnwar û civat li wan tengav dibin,dev û tilî têne girêdan,hiş têne qalib kirin.
Rewş û dîtina bînahiyê ji warê te diberda bizav kirî û hertiştê xwe jêre danî,mixabin eve û jê bihtire babê Felek.
Tirsa me eve ko ev serdema zêrîn bêy destxistinên netewî derbas bibe û dîse em stirana te ya hunermend û helbestanê hêja Bêbuhar nivîsî bêjin:
Îro ezim dîl û reben bend û benî
Derya xeman ew kûre pir ez çûm binî
Pir zad min çand avda bi xwe dijmin çinî
Hin jê min xwest dijimin ji zad kulmek neda.

09.03.16

 
Ev wêne yê Mihmed Şêxo min
di sala 2003 an de  bi destê xwe çêkiriye

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…