Nasdana pirtûkekê

Cankurd

Berî ku ez vê nasdanê binivîsim, bi nîvkatekê, dostê hêja Dr. Husên Hebesh telefon min kir û got: „Were qada ku li nêzîka mala we ye, ez diçime bajêr û dixwazim di rê de pirtûkeke nû ya, ku min taze çap kiriye diyarî te bikim.“
Wekî dibêjin; lingêd min negihan erdê, ez bi kel û mereq çûm û di rê de ez ji xwe re dibêjim, xwezî birayê delal pirtûka Prof. Qanatê Kurdo, ku ji zû ve tê de dixebite, berî her pirtûkeke dî çap bike. Min ew camêr, wekî hercar, di cîh û dema soza wî de dît. Pirtûk da min û dilê min geş û şad kir. Xwedê jê razî be, pirtûka Qanatê Kurdo bû, ya bi sernavê „Lêgerîna Zaza“, ku me wêneyê bergê pêşîn li jor daye belavkirin.

Çapa yekê ji pirtûkê, ji aliyê (Belavgeha Hogir Verlag) ve, ku cîwarê wê li bajêrê Bonn e,  hatiye derxistin, bergê wê jî dostê me yê nêz Inayet Dîko, ku ew jî li Bonnê dimîne, xweşik pêda kiriye. Çapxaneya ku pirtûk gelek ciwan çap kiriye li Poloniya ye, û bi navê (Wydawnictwo Poligraf, Brezia Laka ye.
Wergerandina pirtûkê ji zimanê Rûsî, nivîskarê navdar Tosinê Reşîd e, û rêdaksiona wê ji aliyê (Zerê Alîyêvna Yosûpova) hatiye kirin. Hûn dikanin pirtûka ku bi kaxeda sipî ye û ji 224 rûpelan e, di bin va hejmara fermî de (ISBN 3-935191-12-X) yekser ji Dr. Husên Hebeş bi rêya vê e-mailê bixwazin (husseinhabasch@gmx.de).
Di pirtûkê de gelek mijarin payebilind hene, ji wan jî:
-Dîroka lêgerîna Zaza.
-Morfologî (zanistiya guhartina bêjeyan), ku bi firehî hatiye lêkirin.
-Tekstên (Metnên) Zazayî
-Paşgotineke Dr. H. Hebeş
-Jêderên pirtûkê
Bêguman, ev berhemeke zor balkêş e di warê zarava Zazayî de û di nasîna cudahî û nêzîkbûna vê zaravê de, bi ya Kurmancî  re. Prof. Qanatê Kurdo, xebateke mezin di vê berhemê de li ser zimanê gelê me li şûn xwe bo me hêştiye. Cîhê wî behişt be.
Destên te herdem xweş bin, hêja Dr. H. Hebeş, ku te gelek xebatin giranbiha, di van salên dûr û dirêj de, ji bo gelê xwe, di warê çand û ziman û wêjevaniyê de amade kirine.
Silavek ji dil
Cankurd
2016-03-15

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…

Şîlan Doskî

 

Şerekê gengaz di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pirsên jeopolîtîk derdixe holê. Lê ew rasterast bandorê li mîlyonan mirovan dike. Bi taybetî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn: Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur di bin metirsiyê de ne.

Şerekî bi vî rengî wê ji bo wan…