Sykes-Picot di rihê me de hatiya çandin


Akif Hasan 
Dibe ku peymana „Sykes-Picot“ xaka me perçe kiribe, dibe ku
welatê me ji hev xistibe, lê dîmenê herî xemgîn ew e ku bi sedan Sykes-Picot di
rih û mejiyê civaka me de hatine çandin. Em tev bûne komek ji nexweşiyan. 
Yê pirtûkek di jiyana xwe de nexwendî xwe wek rewşenbîran
dibîne. 4 gotinan bi zimanê dayîka xwe dizane, yanî bi zimanê kurdî dizane, xwe
pê mezin dike, xwe dike Eflaton û Soqrat, kesek nikare li ber siya wî re
bibore. Bi wan 4 gotinan helbestan dinivîse û dixwaze herkes pesna
helbestên wî bide. 
Tênagihêje ku helbest hunereke; hêza gotinê, hêza dîmen, xeyal û zanebûneke kûr e. Bi wan 4 gotinan nivîsên mij û dûman li ser rûpelên Facebookê belav dike û bawer dike ku bû nivîskar. Dinya wî dibe çend like û bi wan like’an serxweş dikeve. Gava çend kes pesna wî didin baskên wî çêdibin û bi wan difire. Bi wan çend like’an xewnên şêrîn dibîne. Bi gotinan kesek pê re nagihe, lê gav mesele dibe kar kesek nema wî dibîne.
Yê 2 çalakî lidar nexistî xwe dike çalakvan, ma tenê çalakvan, xwe dike rêberekî gel ê bê hempa. Mîrê tiraletiyê ye, lê xwe komandanê hêza ciwanan dibîne. Bê bilive, bê kedê bide, bê xizmetê bike dixwaze navê wî li ser zimanê herkesî be. Dikare partiyên siyasî bike benîşt, siba, nîvro û êvaran bicû, dikare wan partiyan rezîl û riswa bike tenê ji bo dîmenê xwe pak bike û tiraltiya xwe berdewam bike. 
Yên xwe serbixwe dibînin bê reng û bê deng dimînin. Tu dibêjî qey bêrengî û bêdengî qedera wan e. Serê wan mij û dûman e, hebûn û nebûna wan cihê guftûgoyan e. Du kes ji hev hes nakin, li hember hev wek guran in.
Weke milet yê herî piçûk di vê cîhanê de em mane, lê dîsa jî xwedê nefspiçûktî nekiriye para me, her yek ji me pozbilind e û xwe kêmî axayan nabîne.
Her yek ji me, gava diaxive demokrasî ji dev û lêvên wî dibare, lê bi xwe dîktatorekî piçûk e. Ne dikare guhdarî yê li hember xwe bike û ne jî dikare nêrînekî ji nêrîna xwe cuda qebûl bike.
Xaka me perçe perçe bûye, civaka me prçe perçe, rihê me perçe perçe. Qet negirîng e dijmin bi me re mijûl bibin, bi sedan dijmin di rih û mejiyê me de ne.
Piştî 100 salan ji Sykes-Picot bi sedan Sykes-Picot xwe li dil û mejiyê me alandine.
Dem hatiya ku em hemû Sykes-Picot’yan di 14, gulanê, 2016 de li bajarê Köln şermezar bikin!
 
https://www.facebook.com/akif.hasan.75/posts/10153770680501704 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…