Hin ji çewtîyên herî bela ve di zimanê kurdî de

 

 Hoşeng Nîzar Nûh
“Ez ê yan Ezê herim”; “Min ê yan Minê”; “Ehmed ê were” yan “Ehmedê were” û hwd…?
Heke em amraza dema bê ‘ê/dê/yê’ bi cînavk an navdêr ve binivîsin, çi dibe?
Gelo hevokên A. yan ên B. rast in, çima?
A. Ew ê pirtûkê bixwîne.
B. Ewê pirtûkê bixwîne.
A. Wî/Wê yê bigota…
B. Wîyê/Wêyê bigota…
“ê”amrazek e, alîkarîya avakirina dema bê dike, loma ew ne tewang e, ne jî veqetandek e, anku ne paşpirtikek e, tu sedem tuneye ku bi cînavk an bi navdêr re were nivîsandin, heke bi wan re were nivîsandin, gelek tevlihevîyan pedya dike, mijaran serobino dike, ka em bi hev re bibînin ku çi gêre peyda dibe.
Ji boyî ku mijar zelaltir bibe, em ê li şûna cînavkên hevokên B. navdêran bi kar bînin:
1. Dîlanê pirtûkê bixwîne.
2. Gulêyê bigota…
3. Dilyarîyê bigota…
4. Wîyê/Wêyê bigota…
5. Ewê pirtûkê bixwîne.
Ji xwe heke tîpa dawî ya navdêr bi xwe dengdêrek be, wê gavê sergêjîyeke mezintir peyda dibe:
6. Perîyêyê bigota…
7. Ronîyîyê bigota…
Çi bû?
I. Di hevoka 1. de kirde ‘-ê’ wergirt, loma wek paşpirtika bangê yan tewangê jî tê xuyakirin, ew hevok jî di dema nuha de ye û em zanin ku divê kirde xwerû be, lê ew bi xwe ne paşpirtik e û ne jî yek ji wan paşpirtikan e, amraza sazkirina dema bê ye, lazim cuda wer nivîsandin ji boyî ku serê mirov gêj nebe, ji alîyekî din ve jî, lêker jî ji rewşa dema bê ket rewşa raweya fermanî, de vêca werin vê ecêbê.
II. Di hevoka 2. û 3. de, ‘-ê’ û ‘-î’ paşpirtikên tewangê ne, ‘-yê’ çi paşpirtik e û li wir çi dike? Binêrin ku ‘-yê’ jî wek paşpirtikekê xuya dike, lê ew bi xwe ne paşpirtik e, bi dîtina we çi ye? Ji alîyê din ve, heke ‘-yê’ bi serê xwe neyê nivîsandin, bêhna dema bê ji wê hevokê nayê.
III. Di hevoka 4. de dirûvê cînavkan gelekî guherîye, gelo ew çi paşpirtikin ku bi wan ve bûne, loma lazim cuda bin ji boyî ku bêhna dema bê ji wan were.
IV. Di hevoka 5. de, hevok bi tevayî guherî, êdî nema ma dema bê jî, bû raweya fermanî, “Ewê pirtûkê” li vir ‘Ewê’ jî bû rengdêra şanîdanê, ji xwe kirpandina van her du hevokan jî ne yek e:
– ‘Ew ê’ pirtûkê bixwîne. (Dema bê)
– ‘Ewê’ pirtûkê bixwîne. (Raweya fermanî)
V. Di hevoka 6. û 7. de, her du navên nêr dirûvê peyvên mê li xwe girtiye.
De ji kerema xwe vê tirşik û hewdelê safî bikin û zimanê xwe di rêzên zimanên akademî de bibînin dema ku hûn amraza avakirina dema bê “ê” bi cînavk û navdêran ve binivîsin. Wek encam jî, divê amraza dema bê bi serê xwe were nivîsandin, loma ka em mînakên jorîn serrast bikin:
1. Dîlan ê pirtûkê bixwîne.
2. Gulê yê bigota…
3. Dilyarî yê bigota…
4. Wî yê/Wê yê bigota…
5. Ewê pirtûkê bixwîne.
6. Perîyê yê bigota…
7. Ronîyî yê bigota…
Hin mînakên din:
8. Ez ê biçim
9. Ew ê here(wê here).
10. Tu yê birevî(tê birevî).
11.  Elî yê were.
12.  Delalê yê bihata.
13.  Min ê nên bixwara.
Têbinî: Di mînaka 9. û 10. de cînavk û amraza dema bê pev re kelijîne û bi dirûvekî kurtkirî wek ‘wê’ û ‘tê’ hatine bikaranîn, ev bikaranîn jî di nav gel de gelekî berbelav e.
HOŞENG NÎZAR NÛH
Îlon 2016

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…